Nihat Kavşut
13 Adar 2018•Rojanekirin: 14 Adar 2018
ANKARA (
Donald Trumpê Serokê Amerîkayê ragihand ku Rex Tillersonê Wezîrê Karên Derva ji wezîfeyê hilda û di ciyê wî da Mike Pompeoyê Serokê Teşkîlata Xeberhildanê ya Navendî ya Amerîkayê (CIA) tayîn kir.
Trump li ser hesabê xwe yê Twitterê ji bona keda ku daye sipasiya Tillerson kir û destnîşan kir ku wê Pompeo bibe Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê.
Donald Trump diyar kir wê Gîna Haspela alîkara serokê teşkîlatê were ciyê Pompeo û Haspel jina yekemîn e ku ji bona vê wezîfeyê tê tayînkirin.
Trump ji bona kesên nû hatin tayînkirin serkeftinê xwest.