Hakan Çopur
24 Nîsan 2026•Rojanekirin: 24 Nîsan 2026
Serokê Amerîkayê Trump ku li Qesra Sipî nûnerên Îsraîl û Libnanê ezimand, di parvekirineke li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da derbarê agirbesta Îsraîl û Libnanê da daxuyanî da.
Trump behsa civîna li Ofîsa Oval kir ku nûnerên Amerîkî, Îsraîlî û Libnanî lê amade bûn û got, "Civîn pir baş derbas bû. Amerîka wê bi Libnanê ra hevkariyê bike da ku xwe ji Hizbullahê biparêze. Agirbesta di navbera Îsraîl û Libnanê da wê 3 hefteyan were dirêjkirin."
Serokê Amerîkayê her wiha heweskariya xwe ya ji bo mazûvaniya Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu û Serokomarê Libnanê Joseph Ewn di demeke nêzîk da li Qesra Sipî anî ziman.