Abdullah Tel
31 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2018
WASHINGTON
Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku ji bo girtîgeha li Kendava Guantanamoyê neyê girtin wî biryarnameya serokatiyê îmze kir.
Trump di Kongreya Amerîkayê da cara ewil axaftina "Rewşa Yekîtiyê" kir û halê girtîgeha li Guantanamoyê nirxand û wiha got: "Ez îro sozekî xwe yê din jî bi cih tînim. Min biryarnameyeke serokatiyê ya ku telîmata vekirî hîştina girtîgeha li Kendava Guantanamoyê pesend dike, îmze kir."
Serokê Amerîkayê Trump ji bo berdewamiya têkoşîna Amerîkayê ya li dijî DEAŞ û El Qaîdeyê ji Kongreya Amerîkayê piştgirî xwest û got ku wekî berê ewê li çar aliyê dinyayê berî terorîstan bidin.
Serokê berê Barack Obama ji bo girtina Girtîgeha Guantanamoyê hewl da lê bi ser neket û niha li wir 41 kes girtî ne.