Türkan Tosun
31 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 31 Tîrmeh 2018
WASHINGTON
Serokê Amerîkayê Donald Trump got heke Kongre budçeya dîwarê di navbera sînorê Meksîkayê de tê avakirin qebûl neke, ew dikare hikûmetê bigre.
Serokwezîrê Îtalyayê Gîuseppe Conte di ziyareta xwe ya Amerîkayê de bi Trump re li Qesra Spî hevdîtinek kir.
Piştî hevdîtinê Trump civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xist û axivî.
Trump behsa dîwarê ku di navbera sînorên Meksîka û Amerîkayê de tê çêkirin kir û wiha axivî: "Heke li hember niqaşên bi salan e li welêt dewam dikin em nikaribin ewlehiya sînor biparêzin, ez dikarim hikûmetê bigrim û qet ne xema min e jî."
Li ser pirsa fînansmaniya dîwêr a 25 milyar dolarî "ev xeta we ya sor e an na?" Trump got "Wek Obama xetên min ên sor tune ne."
Trump di dawiya hefteyê de li ser medyaya civakî peyamên bi vî rengî weşandibûn.
Trump Demokratên di Kongreyê de ne hedef girtibû û wiha gotibû: "Heke Demokrat dîwêr jî di nav de ji bo ewlehiya sînor ray nedin, ezê ji bo girtina hikûmetê xwe amade bikim. Pişka ji bo karta kesk, bigre û serbest bihêle divê bên betalkirin. Divê em derbasî sîstemeke koçberiyê ya li gor liyaqatê bin. Hewcedariya me bi mirovên bêkemasî yên tên welatê me heye."
- Girtina hikûmeta Federal tê çi meneyê?
Li gor qanûnên Amerikayê heke Kongre ji bo sala malî ya ku di 1ê cotmehê da dest pê dike û 30êyê îlonê de diqede budçeyê pesend neke, bi budçeyên berwext va divê valahî bê tijekirin.
Di heyamên ku budçeyên berwext jî neyên pesendkirin de hikûmeta federal rayeya xwe ya xerckirinê winda dike û tê girtin.
Hikûmeta Federal xizmetê dide 320 milyon kesî, lê heke rayeya wê ya xerckirinê ji dest biçe û bê girtin ev tê wê meneyê ku hemû xebatên wê yên ji bilî xizmetên mecburî radiwestin.
Di vê pêvajoyê de xebatkarên di karên nemecburî de dixebitin bi destûra mecburî va dev ji kar berdidin û naxebitin. Yên ji bilî wan yên artêşa Amerîkayê, CIA, FB, NASA, saziyên îstxbaratê, doxtor û hemşîreyên ku di nexweşxaneyên dewletê de dixebitin, xebatkarên ewlehiyê yên li balafirgeh û girtîgehan de dixebitin û xebatkarên ewlehiyê wezîfeya xwe didomînin.
Hejmara van xebatkaran nêzî 2 milyonan e, hejmara yên din ên "nemecburî" nêzî 850 kesî ye.