Dinya, Koronavîrus

Trump: Du hefteyên pêşiya me wê pir dijwar derbes bibe

Serokê Amerîkayê Donald Trump der heqê vîrusa koronayê ya nû ya li welatê xwe da got: "Li pêşiya me 2 hefteyên ku wê pir dijwar derbas bibin, hene."

İbrahim Atmaca  | 01.04.2020 - Rojanekırın : 01.04.2020
Trump: Du hefteyên pêşiya me wê pir dijwar derbes bibe

Washington DC

 Serokê Amerîkayê Donald Trump der heqê vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da got: "Ez ji welatiyên Amerîkayê dixwazim ku xwe ji bo rojên dijwar ên pêşiya me amade bikin. Li pêşiya me du hefteyên ku wê pir dijwar derbas bibin, hene."

Trump li Qesra Spî civîna çapemeniyê li dar xist û got: "Welatê me di nav îmtihaneke mezin da ye. Berî niha îmtihaneke wiha çênebûye. Ji bo man û nemanê 30 rojên pêşiya me girîng in û divê herkes guh bide tevdîrên ku ji bo şewbê hatin hildan."

Trump destnîşan kir ku Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê jî ji bo welatiyên ku li derva ne xebitî û wiha dewam kir, "Ji 29ê rêbendanê pê va me ji zêdetirî 50 welatî 25 hezar welatiyên Amerîkayê texliye kir."

Trump wiha axivî: "Ez ji welatiyên Amerîkayê dixwazim ku xwe ji bo rojên dijwar ên pêşiya me amade bikin. Li pêşiya me du hefteyên ku wê pir dijwar derbas bibin, hene. Piştî du hefteyan jî weke texmîna gelek pisporan ez hêvî dikim ku em derkevin firaqetiyê. Lê du hefte wê pir bi êş û jan derbas bibe. Li Amerîkayê tişta ku berî niha nehatiye dîtin, heye. Min serê sibê doxtor û hemşîreyên ku diçûn nexweşxaneyan dişopand. Weke eskerên ku diçûn şer bûn."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.