Nihat Kavşut
27 Sibat 2018•Rojanekirin: 27 Sibat 2018
WASHINGTON
Donald Trumpê Serokê Amerîkayê ji ber ku li Florîdayê di êrîşa dijî dibistanekê da polêsê wezîfedar midaxeleyî êrîşkar nekir bertek nîşan da û wiha got: "Heger çeka min tunebûya jî min ê midaxeleyî bûyerê bikira."
Trump li Qesra Sipî di civîna waliyên eyaletê da der heqê êrîşa li Florîdayê da axivî.
Donald Trump ji ber ku li Florîdayê di êrîşa dijî lîseyê da ku 17 kes hatin kuştin û polêsê wezîfedar midaxeleyî êrîşkar nekir bertek nîşan da û wiha got: "Heger çeka min tunebûya jî min ê midaxeleyî bûyerê bikira."
Trump diyar kir ku ez bawer im di bûyereke wiha da yên li vir jî wê heman bertek nîşan bidana.
Donald Trump destnîşan kir ku polêsê wezîfedar midaxeleyî êrîşkar nekir û wiha got: "Bi wêrekî tevnegeriya. Karekî baş nekir û gumana kesî ji vê tuneye."
Li Browarda bajarê Florîdaya eyaleta Amerîkayê Nikolaus Cruz (19) êrîşî lîseyekê kiribû û 17 kes hatibûn kuştin.