İbrahim Atmaca
20 Îlon 2019•Rojanekirin: 20 Îlon 2019
Serokê Amerîkayê Donald Trump bi Mark Zuckerbergê Rêvebirê Payebilind ê Facebooka platforma medyaya civakî ra li Qesra Spî hevdîtin kir.
Trump li ser hesabê xwe yê Twîtterê yê fermî wiha got, "Me bi CEOyê Facebookê Mark Zuckerberg ra îro li Ofîsa Gulover civîneke baş kir."
Trump di parvekirina xwe da wêneyekî ku di hevdîtinê da hat kişand jî parve kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji Facebookê hat dayîn da jî wiha hat gotin: "Mark ji bo ku fikarên siyasetmedaran ên li ser verastkirina înternetê guhdar bike û bi wan ra biaxive, li Washingtonê ye. Her wiha Mark îro li Qesra spî bi Serok Trump ra civîneke baş û qenc kir."
Serok Trump timî Facebook û platformên din ên medyaya civakî rexne dike û dibêje ku der heqê wî da pêşdarazên van platforman hene.