Haydar Şahin
07 Hezîran 2017•Rojanekirin: 07 Hezîran 2017
WASHINGTON
Hat ragihandin ku Serokê DYAyê Donald Trump di têlefonê da bi Qralê Erebistana Siûdî Selman bîn Ebdilezîz ra axivî, herdu serok li ser pêşîlêbirîna fînansa terorê û îstiqrara herêmê sekinîn.
Qesra Sipî der barê axaftina Trump-Selman da daxuyanî da.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
Serok Donald Trump bi Qralê Erebistana Siûdî Selman bîn Ebdilezîzê mihafizê 2 mabedên pîroz ra axivî. Herdu serok li ser pêşîlêbirîna fînansa terorê û tundiyê axivîn. Serok Trump bal kişand ku Konseyeke Hevkariya Kendavê wê kêrî îstiqrara herêmê bê."
Trump do der barê qirîza di navbera Qeter û welatên kendavê da li ser hesabê xwe yê twîtterê gotibû, "Min di ziyareta Erebistan Siûdî da bi Qral û nûnerê 50 welatî ra xeber da, dibînim ku ziyareteke kêrhatî bûye û ji ber vê kêfxweş im. Gotibûn ku ew ê li dijî fînansmana tundrewiyê rêyeke cidî bişopînin û hemû tiştan jî Qeter nîşan didan. Dibe ku ev ji bo jiholêrakirina tirsa terorê bibe gaveke ewil."