Li bakurê Malezyayê li 28 kampên hat diyarkirin ku yên qaçaxçiyên mirovan in û koçber wir tên girtin 139 gorên ku tê îdiakirin ku aidê misilmanên arakanî ne derxistin holê. Çend roj piştî vê polês eşkere kir ku jêbawer in ku li herêmê bêtir gor tunin.
Midûrê Ewlehiya Giştî yê Malezyayê Xalid Ebû Bekir li Kuala Lumpurê daxuyaniyek da rojnamevanan û diyar kir ku 139 gor derxistin holê, li bajarê Padang Besarê û hawirdora wê lêkolînên berfireh hatin kirin. Ebû Bekir got vê lêkolînê nîşan da ku bêtir gor tunin.
Ebû Bekir got "Em li sînor û hawirdora wê rastî tu rewşeke manend nehatin. Em jêbawer in ku gorên din tunin."
Ebû Bekir qal kir ku der barê mijarê de bi hempîşeyên xwe yên taylandî re di nav têkiliyê de ne.
Wezîrê Karên Navxweyî yê Malezyayê Zahid Hemîdî dawiya hefteyê eşkere kiribû ku li nêzî bajarê Padang Besarê kampên qaçaxçiyên mirovan û gorên komî dîtin lê jimar nedabû. Rayedarên malezyayî pişt re dabûn zanîn ku di 8 kampan de 139 gor derxistin holê.
Li eyaleta Songkhlayê ya ku dikeve başûrê Taylandê di 1ê gulanê de kampên veşartî yên ku qaçaxçiyên mirovan ava kirine û koçber wir tên girtin hatibûn dîtin, polêsan li van kampan lêkolîn kiribûn û di lêkolînan de cesedên 32 misilmanên arakanî (Rohîngya) hatibûn derxistin.