WASHINGTON
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê James Brîndle diyar kir, balafirên şer ên F-16ê yên aîdê Hêzên Esmanî yên Amerîkayê sewqî Balafirgeha Încîrlîkê bûn û ew hêvî dikin ku operasyon di demeke nêz da dest pê bikin. Brîndle wiha dewam kir: "Koalîsyon li dijî DAEŞê operasyonên esmanî dike û Tirkiye jî li gor biryara xwe ya biryardar tevdigere û di nav vê koalîsyonê da ye."
Berdevkê Pentagonê James Brîndle pirsên nûçegihanê AAyê bersivandin. Brîndle got ku balafirên şer ên F-16yê dawiya heftê sewqî Balafirgeha Încîrlikê bûn û wiha got: "Li gor hewcedariyê wezîfeyê werin dayîn."
Brîndle li ser pirsa, li dijî DAEŞê operasyon wê kengê dest pê bikin wiha got: "Em hêvî dikin ku ji Încîrlikê operasyon di demeke nêz da dest pê bike. Em ê bi Sererkaniya Tirkiyeyê ra operasyonê bikin."
Brîndle li ser dema beşdarbûna Tirkiyeyê jî wiha got: "Koalîsyon li dijî DAEŞê operasyonên esmanî dike û Tirkiye jî li gor teahuda xwe ya biryardar tevdigere û di nav vê koalîsyonê da ye. Amerîka û Tirkiye li ser dixebitin ku Tirkiye bi temamî tevî operasyonan bibe. Heta hûrgilî kifş nebin, Amerîkayê ji Tirkiyeyê xwest ku beşdarî êrîşên esmanî nebe. Tirkiyeyê jî ev yek qebûl kir."
Brîndle bi bîr xist ku Amerîka û Tirkiyeyê biryar dan ku ji bo têkoşîna DAEŞê tevkariya xwe zêde bikin û ji bo vê jî Tirkiyeyê balafirgeha xwe ji balafirên Amerîkayê ra vekir û wiha pê da çû: "Ji bo ku têkoşîneke xurt bi DAEŞê ra were dayîn hevdîtinên me bi Tirkiyeyê ra dewam dikin. Em vê gavê nikarin zêdetir agahî û hûrgiliyan parve bikin."