WASHINGTON
Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Îbadî got ku di têkoşîna bi DAEŞê re de ji arîkariya Îranê kêfxweş in lê belê divê Tehran li hember serdestiya Iraqê rêzê bigire.
Îbadî li Washingtona paytextê DYAyê li saziya ramanê ya bi navê Navenda Xebatên Navneteweyî û Stratejîk (CSIS) konferans da û li ser piştgiriya Îranê ya li Iraqê ya hin opersyonên li dijî DAEŞê got ku "Min bi awayekî gelekî eşkere ji dostên xwe yên Îranî re got: Alîkariya Iraqê dikin, em ji piştgiriya hikûmeta Îranê kêfxweş in, gelek spas dikin lê divê her tişt bi destê hikûmeta Iraqê bê kirin."
Îbadî bangî DYA û hevkarên koalîsyonê kir ku bi rêyên wekî peydakirina çekan, pêkanîna perwerde û şêwirmendiyê, parvekirina îstixbarata krîtîk ji aliyê leşkerî ve piştgiriyê bidin Iraqê.
Îbadî li ser pirseke din îdiayên dibêjin ku bi lîsteya daxwaza çekan hatiye Washingtonê red kir û diyar kir ku lê belê di dema têkiliyên xwe de hin temînatên wekî dê hin balafirên F16an di wextê de teslîmî wan bikin, sitandin.
Îbadî destnîşan kir ku hikûmet berî her tiştî hewl dide ku "rageşî û parçebûna etnîk û mezhebî kêm bike" û got "Em divê ne tenê di şer de divê di aştiyê de jî bi ser bikevin."
Serokwezîrê Iraqê Îbadî di çarçoveya temasên xwe yên ku li Washigntonê sê rojan berdewam kirin de bi Serokê DYAyê Barack Obama, Arîkarê Serokê DYAyê Joe Bîden re hevdîtin kiribû û li Kongreyê têkilî danîbû.