BEXDA
Parlementerê tirkmen ê iraqî Nîyazî Mîmaroglu got ku li Iraqê di kadroyên birêvebirina dewletê de têra xwe cî nadin tirkmenan.
Mîmaroglu di parlementoyê de daxuyaniya çapemeniyê da û diyar kir ku li gor madeya 9emîb a Destûra Bingehîn a Iraqê di peywirên qademeyên dewletê de divê di nav neteweyên li welêt de hevsengiyek bê pêkanîn û got "Di birêvebiriya kadroya Wezareta Parastinê de cî nadin tirkmenan û vê madeyê bi awayekî eşkere bin pê dikin."
Mîmaroglu wiha axivî:
"Serbazên me yên ku di wan de şert û wesfên ku bikaribin di Wezareta Parastinê de cî bigirin, hene. Lê belê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar mafê tirkmenên ku neteweya sêyem a welêt e, nade. Ev binpêkirina destûra bingehîn e. Em ji Wezîrê Parastinê dixwazin ji bo ku yek ji serbazên me di kadroya birêvebirinê de bi cî bike, bila li ser vê mijarê bisekine. Serokwezîr Heyder el-Îbadî dema ku hikûmet ava kir mafê tirkmenan neda, niha jî mafên me yên di warê kadroya birêvebiriyê de nadin û binpê dikin."
Parlementerên tirkmen ji ber ku dema hikûmet hat avakirin, wezaretek nedan wan îtiraz kiribûn. Tirkmenên Iraqê yên ku ji şiî û suniyan pêk tên, li Kerkûk, Mûsil, Hewlêr, Diyala û Salahaddînê dijîn. Di hilbijartina giştî ya borî de tirkmenan ji 320 parlementerî 9 parlementer derxistin. Li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ya ku 111 parlementerê wê hene jî 5 parlementerên tirkmen hene. Li Iraqê partiyên tirkmenan ên bi navê Eniya Tirkmenan a Iraqê (ETI), Partiya Turkmeneliyê, Partiya Tirkmenan a Neteweyî û Tevgera Serbixweyan a Tirkmenan hene.