Wezîrê Çand û Tûrîzmê Omer Çelîk da zanîn ku Sûrên Diyarbekirê û Baxçeyên Hewselê di Lîsteya Mîrateya Dinyayê ya UNESCOyê de hatin qeydkirin.
Wezîr Çelîk ji ser Twittera hesaba xwe ya fermî ya malpera parvekirina civakî daxuyaniyek da û diyar kir ku mizginiya der barê Sûrên Diyarbekirê û Baxçeyên Hewselê ya ku li bendê bû, gihaşt wan.
Çelîk da zanîn biryar hat dayîn ku Sûrên Diyarbekirê û Baxçeyên Hewselê bikevin Lîsteya Mîrateya Dinyayê ya UNESCOyê û wiha axivî:
"Xeber kêliyek beriya niha ji Civîna Heyama 39emîn a Komîteya Mîrateya Dinyayê ya li Almanyayê hat. Bi vî awayî jimara heyînên di lîsteyê de yên Tirkiyeyê gihaşt 14an. Sûrên Diyarbekirê yek ji cihên herî kevn ên dîrokî ne. Baxçeyên Hewselê jî axên bi bereket ên ku li kêleka Dîcleyê hatine avakirinin. Di heman civînê de dê li ser dosyeya me ya Efesê hevdîtin bê kirin. Ji bo kêfxweşkirina me dor niha li Efesê ye. Ez spasiya ew kesên ku di seranserê pêvajoya namzediyê de ked dan, dikim."