QAHÎRE
Qenela Misir el-Cezîreyê qeydeke deng ya ku tê îdiakirin a Sîsî ye weşand. Sîsî di axaftinê xwe de dibêje ku artêşa Misrê dê 5-10 sal din li ser desthilatiyê be.
Sîsî xwast ku di makeqanûna ku dê nû bê amadekirin de ji artêşê re destnedayîn bê dayîn û wiha got:
"Di rêvebiriya welêt de rola artêşê mezin e. Di heyama nû de ev rol dê 5-10 sal din dewam bike. Kesê dê dewletê îdare bike kî dibe bila bibe, ger laîk be, ger lîberal û oldar be, destê artêşê dê li ser dewletê be. Lewra di artêşê de bîryar bi baldarî tên dayîn. Ji ber rewşa ku Misir îro tê de ye, nayê qebûlkirin ku îdareya dewletê kesek an jî komek bike. Divê di makeqanûna ku nû dê bê amadekirin de destnedayînê bidin artêşê."