BEXDA
Ayetullahêuzma Elî Sîstanî yê ku li Iraqê otorîteyê şiî yê herî payebilind e revandina 18 karkerên ji Tirkiyeyê şermezar kir û bang kir ku bira di demeke kin da serbest bên berdan.
Di daxuyaniya ofêsa Sîstanî da wiha hat gotin: "Pêr di medyaya civakî da vîdeoya 18 karkerên ji Tirkiyeyê yên ku hatibûn revandin hat weşandin. Îdia kirin ku kesên ku karker revandin di rêya Îmam Huseyn da ne. Di dîmenan da ser karkerên hêsîr daxwazên siyasî dikin. Em bawer dikin ku karker bi tevahî bêsûc in û eleqeya wan bi bûyerên li herêmê ra tune. Revandina karkeran bêexlaqî ye û li gor qanûn û şerîetê rast nîne û em çalakiyê şermezar dikin."
Sîstanî bang kir ku bira di demeke kin da karkerên ku hatine revandin serbest bên berdan û wiha axivî: "Divê demildest dev ji vî karî bê berdan, lewra karên ku tên kirin dînê Îslamê yê henîf û mezhebê Ehlê Beytê (şiî) nerind nîşan didin. Wek mayîn jî dibe sedema nerind xanêkirina dewleta hêzdar û hikûmeta ku hatiye hilbijartin jî zeyîf nîşan dide."
Di dawiya daxuyaniyê da hat gotin ku ji bo serbestberdana karkerên ji Tirkiyeyê divê hikûmeta Iraqê û hemû partiyên siyasî piştgiriyê bidin hêzên ewlekariyê û wiha hat gotin: "Li dijî çalakiyên ku îstiqrar û ewlehiya welêt tehdîd dikin divê hewleke mezin bê dayîn."