Gelek welatên Ewropayê deriyên xwe yên sînor ji penaberan re girtin, lê Swêdê di nav hefteyekî de 5 hezar û 200 penaber qebûl kir û hê jî penaberan qebûl dike.
Li gor daxuyaniya Ofîsa Penaberan a Swêdê (Mîgratîonsverket) Swêdê di nav hefteyekî de 5 hezar û 200 penaber qebûl kir.
Berdevkê Ofîsa Penaberan a Swêdê Matîlda Nîangê daxuyanî da ajansa nûçeyan a fermî ya Swêdê TTyê û got ku rayedar penaberan bi otobêsan ve ji bendergeha Trelleborgê û îstasyona trênê ya Malmoyê tînin ofîsa penaberan û li wir serlêdanên wan tê qebûlkirin.
Li gor rapora Ofîsa Penaberan a Swêdê di meha hezîranê de 6 hezar û 619 penaber, di meha tîrmehê de 11 hezar û 743 penaber hatin qebûlkirin.