HEWLÊR
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî diyar kir heke ku Bexda girêdayî peymanê nemîne dê nefta xwe bi xwe bifroşin û wiha got: "Em bi Wezîrê Neftê Adil Ebdûlmehdiyê ku hat Hewlêrê re jî li ser vê mijarê axivîn. Em ê bi Wezîrê Darayiyê Xoşyar Zebrî re jî li ser heman mijarê hevdîtinan bikin."
Serokwezîr Barzanî ji bo ku pirsgirêkên şandina budçeyê ya bi hikûmeta federal a Iraqê re hevdîtinê bike bi Serokê Parlementoya HKIyê Yûsiv Mihemed Sadiq û serokên partiyên siyasî re hat bal hev. Barzanî û Sadiq piştî hevdîtinê civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xistin.
Barzanî bi bîr xist ku birêvebiriya Herêma Kurdistanê girêdayî peymana ku di 2yê kanûna pêşîn a 2014an de hat îmzekirin û şandina neftê û parvekirina budçeyê verast dike ye û wiha axivî: "Bexda peyman bi cî neanî. Em dê hîn bibin ka niyeta wan heye ku qanûna budçeyê ya 2015an bi cî bînin an na. Em mecbûr in ku bi muzakereyan berdewam bikin. Heke ne em dê peymanê ji nû ve binirxînin."
Barzanî da zanîn ku hikûmeta federal her meh divê milyar dolareî pere wekî para budçeyê ji herêma Kurdistanê re bişîne û got heke pereyê ku divê bê dayîn neyê dayîn dê vê pereyê "bi rêyên din" peyda bikin.
-"Em dikarin nefta xwe bifroşin"
Barzanî diyar kir ku ji bo vê dibe ku nefta xwe bi xwe bifroşin û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Heke Bexda girêdayî peymanê nemîne dibe ku em nefta xwe bi xwe bifroşin. Me bi Wezîrê Neftê Adil Ebdûlmehdiyê ku hat Hewlêrê re jî der barê vê mijar de hevdîtin kir. Wezîrê Darayiyê Xoşyar Zebarî jî dê bê Hewlêrê. Em dê bi wî re jî li ser vê mijarê biaxivin. Der barê firotina neftê de tu pirsgirêkên me tunin. Di sala 2014an de tenê li eyaleta Teksasê pirsgirêkek derket. Ji bo nefta Kurdistanê gelek daxwaz hene û em gelek hêsanî dikarin vê bifroşin."
Barzanî li ser pirsa "Gelo dibe ku sedemê neşandina budçeyê ya hikûmeta Iraqê ziyareta Mesûd Barzanî ya DYA û Ewropeyê be?" got ku "Der barê ziyareta DYA û Ewropayê ya Mesûd Barzanî de agahî dan hikûmeta Iraqê. Ez ne bawer im ku pirsgirêk ji ber vê bin."
-"Serxwebûn mafê me yê tabiî ye"
Barzanî li ser pirseke der barê serxwebûnê de got ku "Serxwebûn mafê me yê tabiî ye. Gelê Kurdistanê piştgirê serxwebûnê ye. Ew dixwazin ku dewleteke wan a serbixwe çêbe. Di ziyaretên Barzaniyê Serokê Herêma Kurdistanê yên DYA û Ewropayê de jî mijara serxwebûnê hatiye axaftin."
Nêçîrvan Barzanî got ku heke têkiliyên bi hikûmeta federal re paş bikevin paşvekişana parlementerên kurd ên li Bexdayê û vegerîna wan a Bexdayê dê kêrî tiştekî neyê û da zanîn ku vê yekê teswîp nake, divê her dem bi Bexdayê re di nav diyalog û muzakereyê de bin.
Barzanî bal kişand ku pirsgirêkên berdest ên bi hikûmeta federal re ne tenê ji ber neftê ne û got ku budçeya pêşmergeyan û çekdayîna wan, herêmên bi pirsgirêk jî di nav mijarên ku li benda çareserkirinê de ne.
Serokê Parlementoyê Yûsiv Mihemed Sadiq jî diyar kir ku heke hikûmeta Iraqê para budçeyê ya Herêma Kurdistanê neşîne dê serî li rêyên destûra bingehîn ên din bidin. Sadiq destnîşan kir ku di heyamekî ku şerekî giran berdewam dike de nikarin ku mehaneyên karmend û pêşmergeyan bidin û ev yek jî nayê qebûlkirin.