Dildar Baykan Atalay
18 Hezîran 2026•Rojanekirin: 18 Hezîran 2026
Serokê DYAyê Donald Trump li Qesra Versayê ya ku Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron lê wî vexwendibû şîvê, deqa peymanê ya digel Îranê îmza kir.
Dîmenên derbarê mijarê da di hesabên medyaya civakî yên Qesra Spî da hatin parvekirin.
Di parvekirinê da hat gotin, "Serokê DYAyê Trump li Versayê deqa peymanê ya digel Îranê îmza kir."
Trump piştî lûtkeya 67ê, beriya vegere welatê xwe, li Qesra Versayê beşdarî şîva ku hevtayê wî yê Fransayî wî vexwendibû.
Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf, eşkere kirbû ku DYA û Îranê "Peymana Lihevkirinê ya Îslamabadê" îmza kirine.