Önder Beyter
22 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 23 Tîrmeh 2019
Serokê Ajansa Vejena Atomê ya Navneteweyî (AVAN) Yukiya Amano mir.
Di daxuyaniya sekreteryaya AVANê da hat diyarkirin ku ew bi xemgînî pê hisiyan ku Serok Amano jiyana xwe ji dest da.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku serok berî wefata xwe, xwest dest ji wezîfeyê bikişîne û ji ber vê çendê cih dan beşek ji nameya ku pêşkêşî lijneya giştî kiribû.
Amano di nameyê da bal kişand, ji bo ku vejena atomê ji bo armancên aştiyane bê emilandin, ajansê bi piştgiriya welatên endam û bi xîreta xebatkarên xwe va xebatên girîng kirin û wiha got, "Ez ji xebatên me serbilind im, ez sipasiya welatên endamên ajansê û xebatkarên me dikim."
Dîplomatê Japon Amano ji 2009an vir va serokatiya AVANê dikir.