Şenhan Bolelli, Barış Seçkin
10 Nîsan 2026•Rojanekirin: 10 Nîsan 2026
Sanchez axaftina girtinê ya Foruma Rehjenê ya Ewropayê ya ku li Barselonayê hat lidarxistin da kir û destnîşan kir ku divê dawî li dijminahiyên li Rojhilata Navîn bê.
Sanchez got ku "Em li Libnanê destûr nedin Xezeyekî nû" û Îsraîlê bi awayekî eşkere îxlalkirina hiqûqa mirovî ya navneteweyî sûcdar kir.
Serokwezîrê Îspanyayê Sanchez di axaftina xwe da ev gotin:
"Heke em bixwazin ku qismê dinyayê yê din li me binihêre û piştgiriyê bide me divê Ewropa bi awayekî hevgirtî tevbigere. Ji ber vê min duh pêşniyaz kir ku YE peymana hevkariyê ya bi Îsraîlê ra rawestîne, ji ber ku eşkere ye ku Îsraîl bi taybetî gelek madeyên hiqûqa mirovî û navneteweyî binpê dike û îxlal dike."