TÛNIS
Serokê Partiya Nîda Tûnisê El-Bacî Qaîd es-Sîbsiyê (88) ku di tura duyem a hilbijartinên serokomartiyê de bi ser ket, di parlementoyê de sond xwar û bi fermî dest bi wezîfeya Serokomariyê kir.
El-Bacî Qaîd es-Sîbsî di axaftina xwe ya parlementoyê de wiha got: "Bêyî ku ez cudakeriyê bikim ez ê bibim serokomarê tûnisiyan. Ji bo ku li welatê me yekîtiya civakî û siyasî pêk bê çi ji destê min tê ez ê bikim. Soza şoreşê pêk anîn wezîfeya me û hikûmeta nû ye."
Sîbsî bang kir ku bila her kes li hember têkoşîna terorê bibe yek.
Li Tûnisê di 22ê çileya pêşîn de tura duyemîn a hilbijartina serokomariyê çêbû. Lijneya Bilind a Hilbijartinê ya Tûnisê daxuyandibû ku Serokê Partiya Nîda Tûnisê El-Bacî Qaîd es-Sîbsî di tura duyemîn de ji sedî 55,68ê dengan sitandiye û bûye Serokomar.