Mehmet Tosun
05 Mijdar 2024•Rojanekirin: 05 Mijdar 2024
Serokomar Recep Tayyip Erdogan li Qirxizistanê ku ji bo beşdariya Zîrweya 11emîn a Konseya Serokên Dewletê yên Teşkîlata Dewletên Tirk (TDT) lê ye, ji hêla Serokomar Sadir Caparov bi merasima fermî hat pêşwazîkirin.
Di hatina Qesra Serokomariyê da eskerên siwarî beşdariya wesayîta Erdogan kirin.
Piştî ku Serokomar Erdogan û Caparov derbasî cihê xwe bûn, merasimê bi lêdana sirûdên neteweyî yên her du welatan dest pê kir.
Serokomar Erdogan di pey ra silav da manxaya merasimê.
Erdogan û Caparov heyetên xwe teqdîmî hevdu kirin û bi dû ra rêwresma eskerî temaşe kirin.
Serokomar Erdogan û Caparov destê xwe dan hev û poz dan mensûbên çapemeniyê û bi dû ra jî derbasî hevdîtina rûbirû bûn.
Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Alparslan Bayraktar, Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nurî Ersoy, Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler, Wezîrê Tenduristiyê Kemal Memişoglu, Wezîrê Bazirganiyê Omer Bolat, Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Fahrettin Altun, Serokê Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) Îbrahîm Kalin, Serşêwirmendê Polîtîkayên Derva û Ewlekariyê yê Serokomar Akîf Çagatay û Berdevk û Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Omer Çelîk û Serokê Konseya Rîspiyên Teşkîlata Dewletên Tirk (TDT) Binali Yildirim jî beşdarî merasimê bûn.