ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi têlefonê ji bo rûdanên ku li Yêmenê diqewimin bi Qralê Erebistana Siûdî Selman bîn Ebdulazîz Al Siûd re axivî.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên Serokomariyê hatin hildan Serokomar Erdogan di hevdîtina bi Qral Selman re qala talûkeya biryar û peymanên ku milîtanên husiyan binpê kiribûn, kir.
Erdogan li ser tevgerên ku îstiqrar û ewlehiya herêmê, yekîtî û bihevretiya Yêmenê dixe nav talukeyê û qisaweta ku di civaka navneteweyî de ji ber van tevgeran pêk tê bi Qral Selman re parve kir.
Qralê Erebistana Siûdî Selman jî ji bo xesasiyet û peyama piştgiriyê ji Serokomar Erdogan re spas kir û der heqê operasyona ku birin ser Yêmenê de agahî da.