BUDAPEŞTE
Serokomarê Misrê Evdilfetah es-Sîsî di çarçoveya têkiliyên fermî de ji bo du rojan wê biçe serdana Macaristanê û gera wî jî wê du rojan dewam bike.
Rojnameya Nepszabadsagê ya ku li welêt tê naskirin jî vê serdanê di manşeta xwe ya înternetê de bi sernava "Fermandar tê, bedil lê" ve da.
Di naveroka nûçeyê de jî wiha hat gotin: "Serokê 60 salî ji Misrê re rêveberiya eskerî ya ku di nav bedilê de ye paş ve anî. Mafê rêvebirinê yê demokratîk ê Birayên Misilman ji Serokê niha zêdetir bû. Sîsî rutbeya xwe ya herî dawîn ji destê Mûrsî hilda lê li ser Birayên Misilman derbe kir û ew avêt girtîgehê û mehkûmê îdamê kir."
Malpera nûçeyan a Îndexê jî sernava "Serokê Misrê yê derbeker tê Macaristanê, em jî nîşaneya doxtoriya rûmetê didinê" ve da û di naveroka nûçeyê de jî ev hevokana parve kir: "Fermandar Sîsî di tîrmeha sala 2013an de Mûrsiyê ku bi hilbijartinên demokratîk desthilatdarî heq kiribû bi darê zorê dûr xist û bi xwe bû serok. Makezagona Misrê binpê kir û reqîbên xwe yên siyasî jî kir girtîgehan. Di tebaxa sala 2013an de li Meydana Rabîayê nêzî hezar kesî kuşt."
Wisa tê texmînkirin ku wê Sîsî îro bi Serokwezîrê Macaristanê Vîktor Orban û Serokê Meclisê Laszlo Kover re hevdîtinê bike.