ERBÎL
Hîndekarê Beşa Têkiliyên Navneteweyî yê Zanîngeha Selahadînê Doç. Dr. Ezîz Barzanî got ku serdana Mesûd Barzanî ya roja şemiyê ya li ser vexwendina Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan, serlêdaneke dîrokî ye.
Ezîz Barzanî daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku "serdana Serokê Herêma Kurdistana Iraqa Federal Mesûd Barzanî, serlêdaneke dîrokî ye. Ji ber ku Diyarbekir ji bo kurdan bajarekî sembolîk e, zehf girîng e. Kurdên Tirkiye, Iraq, Sûriye û Îranê heman gel e. Serdana Barzanî ji bo hemû mafên kurdan dê xêrê bîne. Kurdên Iraqê ji bo vê serdanê gelekî rêz digirin."
- "Dibe ku bi cil û bergên kurdî bê"
Ezîz Barzanî diyar kir ku serdana Barzanî ya bi cil û bergên kurdî îhtimaleke mezin e û wiha axivî: "Ev cil û bergên neteweyî ne. Barzanî heke bi cil û bergên kurdî biçe Diyarbekirê, ev ê bibe peyameke gelekî girîng. Gelek kurdên Iraq, Îran û Sûriyê hê jî van cil û bergan li xwe dikin."
Ezîz Barzanî destnîşan kir ku rast nîne serdanê wekî piştgiriya hilbijartinê ya AK Partiyê bibînin, AK Partî ev sê hilbijartin in li ser hev rayên xwe zêde dike û hewcehiya wê bi tiştekî wiha tuneye.
Ezîz Barzanî bi bîr xist ku Herêma Kurdistana Iraqa Federal ji destpêkê vir ve piştgirî daye pêvajoya çareseriyê û got ku hem gelê herêmê, hem Mesûd Barzanî hem jî Nêçîrvan Barzanî gelekî piştgirî dan pêvajoya çareseriyê.
Ezîz Barzanî li ser girîngiya peyamên ku dê Barzanî li Diyarbekirê bide sekinî û wiha axivî: "Mesûd Barzanî ji bo ku pêvajoya çareseriyê berdewam bike, li Diyarbekirê dê peyamên girîng bide. Ji ber ku Barzanî ji destpêkê heta niha piştgiriyê dide pêvajoya çareseriyê, girîngiyê dide rûdanên ku di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de qewimîn. Niha BDP û hin alî, ji bo Ocalan azadiyê dixwazin. Lê ji bo me azadiya zimanê kurdî ji azadiya Ocalan girîngtir e."
Pisporê siyaestê Doç. Dr. Kamûran Mentîk jî diyar kir ku serdan ji hêla têkiliyên HKIF û Tirkiyeyê ve girîng e û got ku heke Tirkiye bi rastî jî ji bo piştgiriya pêvajoya çareseriyê Barzanî vedixwîne, ev hewldaneke gelekî girîng e.