Berdevkê Herêma Kurdistanê Sefîn Dizayî û Alîkarê Serokê Giştî yê Berpirsyarê Karên Derve yê CHPyê Murat Ozçelîk hev dîtin. Piştî hevdîtinê Dizayî pirsên rojnamevanan bersivand.
Li ser pirsa sedema ziyareta wî Dizayî wiha axivî: "Murat Ozçelîk dostekî me yê berê ye û piştî hilbijartinê bû parlementer. Ji bo ku wî pîroz bikim ez hatim. Em der barê rewşa Iraqê de jî axivîn. Hêvî dikim ku ew bi ser bikeve."
Der barê koalîsyona li Tirkiyeyê de Dizayî got ku ev mesele meseleya Tirkiyeyê ya hundir e û wê di demeke nêz de hikûmeteke ku xizmeta polîtîkaya hundir û derve bike wê ava bibe.
Rojnamevanan ji Dizayî pirsîn "Dema ku DAEŞê cardin êrîşê Kobanê kir hûn hatin Enqereyê. Hevdîtinên we yên din jî wê hebin an na?" Dizayî wiha got:
"Eleqeya vê û wê mijarê tune. Êrîşên DAEŞê dewam dikin û ev ji bo her kesî talukeyeke mezin e. Ewil Kobanê, pişt re Tel Ebyad, cardin Kobanê... Jixwe ev salek e em li hember DAEŞê şer dikin. Ji ber vê divê her kes li vî şerî xwedî derkeve. Heta îro tekîliyên me û Tirkiyeyê baş in. Amerîka û Ewropa bi koalîsyonê ve xwedî li herêmê derketin û piştgirî dan."
- "Herêmên di destê PYDyê de axa Sûriyeyê ye"
Dizayî li ser pirsa "PYD dixwaze çi bike? Îdia tê kirin ku ew dixwaze koka tirkmenan û ereban biqelîne, hûnê çi bibêjin?" wiha axivî: "PYD vê înkar dike. Mafê tirkmen, ereb, kurd, xiristyan hemû gelan heye ku li wir bijîn. Ji van yek bibe xwedî erk mecbur e ku mal û canê yên din biparêze. Barekî giran dikeve li ser milê PYDyê. Axa ku niha di destê PYDyê de ye bi siyasî axa Sûriyeyê ye. Em kurdên Iraqê ji herêma Kurdistanê berpirsyar in. Lê helbet em her tim maf û hiqûqa kurdên Sûriyeyê xwedî derketin."
Dizayî got ku li Iraqê pevçûn hê dewam dikin û divê her kes bi hev re têkoşînê bide ku ew bi hev re ji DAEŞê xilas bibin.
Dizayî li ser pirsa "Ji bo piştgiriya Kobanê hûnê peşmergeyan bişînin" got ku niha mijareke wiha di rojeva wan de tune.
Rojnamevanan ji Dizayî pirsîn ku heta niha Tirkiyeyê çend pêşmerge perwerde kiriye, Dizayî ev pirs wiha bersivand: "Welatên Ewropayê, Kanada, Amerîka, Îngîltere, Fransa, Almanya, Îtalya her welatî di qada xwe de bi çekên xwe perwerde dan. Li Tirkiyeyê hejmar dibe ku cuda be, lê du navendên perwerdeyê hene ku ji wan yek li Soranê, ya din Silêmaniyeyê ye. Di qadên cuda de perwerdeyê didin. Par di meha tebaxê de dema DAEŞê êrîş kir Tirkiyeyê alîkariya çekan û muhîmatê da. Ne çekên giran, lê çekên sivik û muhîmat da."