LÎZBON
Di fînala Lîga Şampiyonan a UEFAyê de Real Madrîd û Atletîco Madrîd a ku tîmên Spanyayê ne, hatin hemberî hev.
Atletîco Madrîda ku li Spanyayê bû Şampiyonê La Lîgayê, dixwest ku kûpaya Lîga Şampiyonan jî qezenc bike û bi vê armancê derket qadê. Atletîco Madrîd di deqîqeya 36emîn de bi gola Godîn ve 1 û 0 bi ser ket.
Nîvê ewil a pêşbirkê bi serkeftina Atletîco Madrîdê ve bi dawî bû.
Real Madrîda ku şampiyoniya La Lîgayê ji dest çûbû jî, nedixwest ku meziniya Ewropayê ji tîmên din re bihêle û heta dawiya deqîqeyên normal ên pêşbirkê dev ji têkoşînê berneda.
Di deqîqeya 90+3an de Ramos ji bo tîma xwe golek avêt û skor bû 1 û 1.
Ji ber ku deqîqeyên normal ên pêşbirkê bi beramberî bi dawî bû, pêşbirk bi demên dirêjkirinê ve berdewam kir.
Di dema dirêjkirinê de ji Real Madrîdê Bale, Marcelo û Ronaldo sê golên din avêtin û Real Madrîdê pêşbirk 4 û 1 qezenc kir û cara 10emîn bû xwediyê kûpaya Lîga Şampiyonan.
Real Madrîda ku kûpaya xwe li Stada Lûzê ya Lîzbona Portekîzê bi kêfxweşî wergirt, di qada fitbolê de bû herî mezinê Ewropayê.