Nihat Kavşut
20 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 21 Tîrmeh 2019
Alîkarê Serokomar Fuat Oktay: "Em li hember zextên mueyîdeyan ku dijî kar û barên me yên sondaj û lêgerînê di encamnameya Civîna Konseya Têkiliyên Derva ya Yekîtiya Ewropayê (YE) da hatin eşkerekirin serî danaynin."
Oktay li Komara Tirk ya Qibrîsa Bakur li Kolana Dr. Fazil Kuçuk di merasima salvegera 45emîn ya Herekata Aştiyê ya Qibrîsê da axivî.
Alîkarê Serokomar Oktay destnîşan kir li hember zextên mueyîdeyan ku dijî kar û barên wan yên sondaj û lêgerînê di encamnameya Civîna Konseya Têkiliyên Derva ya Yekîtiya Ewropayê (YE) da hatin eşkerekirin serî danaynin.
Oktay der barê Planên Xebatê ya Reformê da wiha axivî: "Di vê roja muhîm da ez dixwazim mizgînê bidim hemû xwîşk û birayên xwe yên Tirkên Qibrîsê ku bi telîmata Serokomarê me ji bona Planên Xebatê ya Reformê bi cî werin wê çavkanî bên dayîn."