Pêşkeşvanê televîzyona El-Cezîreyê Ehmed Mansurê ku li Berlîna Almanyayê hatibû girtin, serbest hat berdan.
Komeke qasî ku ji 200 kesî pêk tê li ber derê girtîgeha Moabîtê Mansur pêşwazî kir.
Komê pankartên ku li ser "Rojnamevanî ne sûc e", "Ji bo Ehmed Mansur azadî, ji bo çapemeniyê azadî" nivîsandî ve li dijî Serokê Dewleta Misirê Abdulfettah es-Sîsî slogan avêt.
Mansur li derve axaftinek kir û diyar kir ku ew ê rojnamevaniyê bike û ev jî îşareta têkçûna Sîsî ye.
Mansur spasiya parêzerên xwe û gelê ku hatiye pêşwaziya wî kir.
Mansur di 20ê hezîranê de li Balafirgeha Berlîn-Tegelê dema ku wê ji Almanyayê biçûya hatibû binçavkirin. Wezareta Karên Navxweyî ya Misirê daxuyandibû ku der barê Mansur de 15 sal cezayê hepsê ya giran hatiye dayîn û ew ji ber vê hatiye binçavkirin.
Dadgeha Misirê der barê Mansur de 15 sal cezayê hepsê xwestibû û sedema vê jî wek 'Mansur di sala 2011an de li Qada Tahrîrê parêzerek girtiye û êşkence li wî kiriye' nîşan dabû. Mansur ev sûc qebûl nekiribû.