BAĞDAT
Li Îraqê paytext Bexdayê di serî de li gelek bajaran çalakiyên ji bo pîrozbahiyên "Roja Qûdusê ya Dinyayê" hatin kirin. Di van çalakiyan de alayên Amerîka û Îsraîlê hatin şewitandin.
Li qada Fîrdevsê ya paytext Bexdayê û navendên bajarên başûr çalakiyên pîrozbahiyê hatin kirin. Gelek siyasetmedar, axayên eşîran û alim beşdarî pîrozbahiyan bûn. Çalakvanan ji bo ku zordestiya li ser gelê Filistînê tê kirin, bangî civata navneteweyî kirin û li dijî Îsraîl û Amerîkayê dirûşm gotin. Di dema çalakiyan de alayên herdu dewletan jî hatin şewitandin.
Îniya dawî ya meha Remezanê weke "Roja Qûdusê ya Dinyayê" tê pîrozkirin.