Haydar Şahin
02 Hezîran 2018•Rojanekirin: 04 Hezîran 2018
XEZE
Leşkerên Îsraîlê êrîşî çalakiyên aştiyane dikin û guh nadin jin, zarok, kal û pîr û rojnamevanan û dikujin. Herî dawîn Rezan Necara hemşîreya 21 salî ya û bi dildarî li Filistînê hemşîretî dikir û diçû alîkariya hewcedaran bi destê leşkerên Îsraîlê hat kuştin.
Unîformaya hemşîreyan a li ser Necarê jî ew ji êrîşên leşkerên Îsraîlê mihefeze nekir.
Hemşîreya dildar du roj piştî Meşa Vegera Mezin a di 30yê adarê da dest pê kiribû daxuyanî dabû nûçegihanê AAyê û gotibû piştî midaxleya leşkerên Îsraîlê birîna birîndarên ji Filistînê dipêçe, ev karekê hêsan nîne."

Necarê gotibû di meşandina karê xwe da biryardar e û wiha axivîbû: "Unîformaya min bi xuna merivên pak û temîz va hat boyaxkirin. Ev ji bo min rûmet e."
Di hefteya 10an a Meşa Vegera Mezin da li sînorê Xan Yûnisa bajarê Filistînê di êrîşa leşkerên Îsraîlê da welatiyên Filistînê birîndar bibûn û Rezan ji bo alîkariyê revî ku xwe bi wan ra bigihîne lêbelê nîşangirên Îsraîlê Rezan kuştin.
Doxtor Salah Rantîsiyê Midûrê Nexweşxaneya Sehrayê ya li herêmê hat avakirin daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got, "Dema Rezana hemşîre anîn nexweşxaneyê birîna wê kûr bû. Fîşeng ji singê wê ra ketibûyê û ji pişta wê ra derketibû."
Piştî şehadeta Rezanê gelek welatiyên Filistînê hatin pêşiya Nexweşxaneya Xeze Ewropayê ya ku cinaze jê hat rakirin.

Hevpîşeyên wê gotin Rezanê unîformaya hemşîreyan li xwe kiribû, dema diçû alîkariya birîndaran destê xwe radikir hewayê ligel vê gule berdanê. Dîsa hevalên gotin ku di nav rojê da lîkariya 5 birîndaran kir, dema diçû alîkariya birîndarekê din jî bi destê leşkerên Îsraîlê hat şehîdkirin.