Nihat Kavşut
27 Sibat 2018•Rojanekirin: 27 Sibat 2018
ÎDLIB
Rejima Beşar Esed digel biryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ji bo li Sûriyeyê ji bona mehekê "agirbesta însanî" bê îlankirin êrîşên xwe yên li ser Îdlibê berdewam dike.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê yê li Îdlibê rejima Esed nîvro ji beja û esman va êrîşî Îdlibê kir.
Hêzên rejimê li başûrê Îdlibê êrîşî 4 êrîşên esmanî birin ser gundên El Raffe û Um Halahilê û navçeya Cisr eş Şuxurê dan ber topan.
Li gor agahiyên ewel di êrîşan da kes nemir.
Li gor agahiyên nûçegihanên AAyê yên li Îdlib û Hemayê hêzên rejimê ber destê sibehê li navçeya Cisr eş Şuxurê cî û warên sivîlan dan ber topan û li Kefer Zîtaya herêma Hemayê êrîşa esmanî kirin.
Rejimê 25ê sibatê jî bi topan êrîşî Cisr eş Şuxurê kiribû.