HEWLÊR
Wezareta Çand û Ciwaniyê ya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) bi armanca ku rayedarên wê yên payebilind û xebatkarên wê zimanê tirkî hîn bibin qûrs vekir.
Midûrê giştî û mişawir jî di nav de 25 xebatkarên li wezaretê tirkî hîn dibin û Midûrê Giştî yê Çand û Hunerê ya Tirkmenan Geylan Necmettîn Altiparmak dersa tirkî dide wan.
Altiparmak daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Her ku diçe têkiliya di navbera me û Tirkiyeyê de zêde dibe û lazim e em tirkî hîn bibin. Ji ber vê me biryareke wiha da."
Qûrs wê 6 mehan dewam bike û piştî qûrsê jî sertîfîkayê wê bidin beşdarvanan. Altiparmak diyar kir ku ji bo zimanê tirkî hînî xebatkarên Serokwezîriyê û parlementeran jî bikin wê bixebitin.
Mişawirê Wezareta çandê Nevzad Ebdulezîz jî got: "Me bi wezîrê xwe re xeberda û biryareke wiha da. Ez jî tevlî qûrsê dibim û midûrên giştî, midûr û rêvebirên payebilin jî bi me re zimanê tirkî hîn dibin. Ji ber ku herêma Kurdistanê jî perçeyekî ji axa Dewleta Osmanî bû em dixwazin ku bi Tirkiye û xelkê wê re têkiliyên baş daynîn."