LAHEY
Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (RQÇK) Ahmet Uzumcu diyar kir, Neteweyên Yekbûyî (NY) û RQÇKyê mekanîzmayek çêkir û ev mekanîzma wê hefteyek şûnda rapora li ser êrîşa çekdar a ku Sûriyeyê li herêma Xan Şêxûnê kir, pêşkêşî Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) bike.
Dîrektorê Giştî yê RQÇKyê Uzumcu pirsên nûçegihanê AAyê bersivandin.
Uzumcu bi bîr xist, rejima Beşar Esed di sala 2013an da bû aliyê Peymana Qedexekirina Çekên Kîmyayî (PQÇK) û stokên çekên xwe yên kîmyayî ji RQÇKyê ra ragihandibû. Uzumcu got ku ev çek dora hezar û 300 tonî bû û ev çek derxistin derveyî Sûriyeyê û bi kontrola RQÇKyê hatin îmhekirin. Uzumcu wiha got: "Me lêkolîn da destpêkirin bê ka madeyên kîmyayî yên ku nehatine ragihandin hene an tunene, ev pêvajo hê dewam dike."
Rejima Beşar Esed di 21ê Tebaxa 2013an da li Xutaya Rojhilat a Şamê êrîşeke çeka kîmyayî pêk anîbû û di encamê da bêtirî hezar û 400 kes miribûn, bi piranî jin û zarok bêtirî 10 hezar sivîl jî birîndar bibûn.
Piştî êrîşê hêvî çêbû ku DYA di çarçoveya "xeta sor" a ku berê ragihandibû da midaxeleyî Sûriyeyê bike. Rûsya jî bi pêşniyaza jinavbirina tevahiya stoqa çeka kîmyayî ya rejimê derketibû pêş û rê li ber midaxeleyê girtibû. Aliyan di 15ê Îlona 2013an da li hev kiribûn û di pêvajoya ku RQÇK ketibû dewrê da jinavbirina çekên kîmyayî dest pê kiribû. Rêxistinê jî herwisa ragihandibû ku jinavbirin di 19ê Tebaxa 2014an da bi dawî bû.
Lêbelê peywira jinavbirinê ya RQÇKyê bi tenê li ser envanterê ku rejima Esed destnîşan kir, pêk hat. Ji ber hindê jî guman çêbû ku tevahiya stoqa çeka kîmyayî nehat jinavbirin.
Li gor rapora Şaxa Mafên Mirovan a Sûriyeyê ya tebaxa 2017an rejima Esed piştî îlona 2013an herî kêm 174 caran êrîşa kîmyayî kir.
Uzumcu der barê êrîşa li Xutaya Rojhilat a bû sedema mirina bi hezaran mirovan de got Sûriye wê demê ji ber ku alîgirê RQÇKyê nebû mekanîzmaya li ser protokola Cenevreyê ya 1925an hatiye avakirin û wek Mekanîzmaya Sekreterê Giştî ya NYyê tê binavkirin kete rewacê.
Uzumcu got tîmeke ji 12 kesan pêk tê li cihê bûyerê lêkolîn kirin û hat tespîtkirin ku xaza sarînê hatiye bikaranîn.
Uzumcu wiha axivî: "Lê wan jî tespît nekir ka ev bûyer ji hêla kî va hatiye kirin. Hê jî li ber civaka navneteweyî wek mijareke divê bê ronîkirin disekine. Hêvî dikim di dahatûyê de ev pêk bê û berpirsyarên êrîşê derxin li pêş edaletê û ew bên cezakirin."
- Qetlîama Xan Şêxûnê
Uzumcu balê kişand ser qetlîama Xan Şêxûnê ya di 4ê nîsanê da hat kirin û herî kêm 100 sivîl mirin û wiha got: "Misyona Tesbîtkirina Rewşê (FFM) tesbît kir xaza serînê hatiye emilandin. Ji ber ku ji bona tesbît bikin bi destê kê hatiye kirin rayeya me ya wezîfeyê tuneye mijarê Mekanîzmaya Lêkolîna Hevbeş (JIM) dimeşîne. Ev mekanîzma wê dawiya meha cotmehê rapora xwe pêşkêşî Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bike û nusxeyek jî ji me ra bişîne. Bawer im peyra wê hin gav bên avêtin. Heger ji bona bi destê kê hatiye kirin encamek derkeve divê gavên hewce dikin bên avêtin."
Piştî ku hat bibîrxistin rejima Esed û Rûsyayê ji bona ku Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî ji bo lêkolînê nehatiye Xan Şêxûnê rêxistinê sûcdar dikin Uzumcu wiha got: "Ev rewş tesîrê li daneyên FFMyê nake ku ev dane derbas nebin. Hemû dane zanistî ne û di encama lêkolînên di laboratuvarê da hatine kirin ev tesbît derketine ku xaza sarînê heye."
Uzumcu got hin daneyên ku rêveberiya Esed da wan jî daneyên RQÇKê teyîd dikin ji ber vê jî lazim nedîtin ku rîskê hildin û ekîba misyonê neşadin Xan Şêxûnê.
Uzumcu bi bîr xist ji ber ewlekariyê FFM rasterast li Sûriyeyê bi cî nebû ji bo vê jî bi welatên cînar ra hevdîtin kirin, bal kişand ku Tirkiyeyê jî hêsaniyên ku hewce dikirin ji wan ra kir.
Di daxuyaniya Mekanîzmaya Lêkolîna Hevpar a 5ê cotmehê da hatibû diyarkirin ku lêkolînan nîşan dan ku di 30yê adarê da li bakurê Sûriyeyê, 5 roj beriya êrîşa Xan Şêxûnê jî xaza sarînê hatiye bikaranîn.
Uzumcu wiha axivî:
"30ê adarê me bihist ku, 25 kîlometre ji Xan Şêxûnê dûr li bajarê Al-Latamînayê (Latamne) êrîşeke bi xaza sarînê hatiye kirin. Der barê vê lêkolîna Mîsyona Tespîtkirina Rewşê (FFM) dewam dike." Uzumcu got ku li gor daneyên ewil ev îdia tên tesdîq kirin û heta 1-2 heftêyan wê raporên vê bên.
Uzumcu got ku îdiayek heye ku par li Sûriyeyê ji 60 caran zêde xaza klorê hatiye bikaranîn. Uzumcu diyar kir ku FFM li gor van daneyên ku komkirin wê raporekê amade bike.
Komîsyona Lêkolîna Sûriyeyê ya Serxbixwe ya NYyê di rapora xwe ya ku 6ê îlonê weşandibû de gotibû rejima Esed, li Xan Şêxûnê xaza sarînê bi kar aniye. Lê ev rapor di NYê de nayê wê meneyê ku wê bê qebûlkirin.
Ji ber vê jî raya gel a navneteweyî li hêviya rapora Mekanîzmaya Lêkolîna Hevpar in (JIM) ya ku wê pêşkêşî Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) bikin.
Ahmet Uzumcu li ser pirsa "Rejima Esed hê jî ji bo tekstîl û senayiyê gelek madeyên kîmyayî distîne, gelo mimkun e ku van madeyan di çêkirina çekan de bi kar bîne?" wiha got: "Hin madeyên kîmyayî dibe li du aliyan jî werin bikaranîn, îxracat û îtxalata van madeyan li ser agahdarkirinê tê kirin. Civaka navneteweyî ji ber rewşa herêmê di vê mijarê de hesas tevdigere. Her welatê alîgir mecbûr e ku vê agahdarkirinê bike."
- Çekên kîmyayî yên Rûsya û DYAyê
Uzumcu bi bîr xist ku welatên alî li gor peymanê mecbûr in ku der barê çekên xwe de agahiyê bidin û di bin kontrola rêxistinê de ev çekan îmhe bikin û wiha dewam kir:
"Heta niha 8 welatan der barê çekên xwe yên kîmyayî de agahî dan. Ji çekên 8 welatan ên 7 welatan hatin îmhekirin. Heta Rûsyayê du hefte berê xebatên îmhekirina çekên xwe yên kîmyayî temam kir. Li DYAyê xebat dewam dikin. Amerîkayê ji sedî 90 çekên di embaran de îmhe kir, ji sedî 10ê mayî jî wê di nav 5-6 salên pêş me de temam bike."
Uzumcu destnîşan kir ku di mijara Koreya Bakur da rageşiya îro diqewime bi piranî ji ber vejen û teknolojiya moşekê ye û wiha pê da çû: "Koreya Başur jî ji ber merîfeta çekên kîmyayî yên Koreya Bakur di nav qisawetê da ye û me ev yek parve kir. Em hêvî dikin ku di demeke kurt da Koreya Bakur bibe alîgirê RQÇKê."
- Dixwaze tecrûbeyên xwe hînî ciwanan bike
Uzumcuyê ku di tîrmeha sala 2018an da wezifeya wî diqede got ku di sala 2013an da Xelata Aştiyê ya Nobelê RQÇKê hilda ew bi wê xelatê gelek serbilind bûn.
Di axaftina xwe da Uzumcu ragihand ku Komîteya Aştiyê ya Nobelê bi armanca teqdîrkirina hewl û xebatên di qada qedexekirina çekên kîmyayî da hatin kirin xelat da û wiha dewam kir: "Serfiraziya saziyê bi hewla şexsî tenê naçe serî lewra ev serfirazî bi saya welatiyên endam ên ji bo bi cih anîna berpirsyariyên xwe tevgeriyan, bû para me. Di 7 salên min wezife kir da me gelek serfirazî bi dest xistin lê hêj gelek tiştên em bikin jî mane. Terora kîmyayî gefeke kurewî ye û di vê mijarê da divê zêdetir hesasî hebe û hevkarî bê kirin.
Piştî tîrmeha 2018an niha planeke min tuneye lê ez dixwazim ew tecrûbeya ku min li vê derê qezenc kir û tiştên hîn bûm hînî ciwanan bikim. Dikarim di zanîngehan da dersê bidim û di saziyên fikrî da bixebitim."
news_share_descriptionsubscription_contact
