Derya Gülnaz Özcan
11 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 12 Rêbendan 2023
Qralê dawîn ê Yûnanistanê Konstantînosê Duyemîn di 82 saliya xwe da mir.
Li gorî nûçeya Ajansa Dewleta Yûnan AMNAyê, Konstantînosê ev demek bû li hember nexweşiyên giran li ber xwe dida û di rojên xwe yên axir da jî Kovîd-19 belapêjgarî wî bûbû, duh êvarê serî danî.
Konstantînosê Duyemîn ê li paytext Atînayê li semtê Paleo Psihiko di Hezîrana 1940î da hat dinyayê, ji 1964an heta 1973yan ku wê salê bi referandumê monarşî bi dawî bû, xwedan nasnavê "Qralê Yûnanistanê" bû.
Kevneqral piştî teşebusa serneketî ya cûntaya Albayan a di sala 1967an da derketibû dervayî welêt.
Konstantînosê Duyemîn ê ku li dervayî welêt li Îtalya û Îngiltereyê mabû, di salên xwe yên dawiyê da jî vegeriyabû Yûnanistanê.
Ji ber ku milkê qraliyetê kir malê qamûyê, Qralê berê ji dewleta Yûnan daxwaza tezmînatê kir û li ser vê, dewletê di 2003yan da zêdeyî 13 milyon ewroyî tezmînat dabûyê.