HEWLÊR
Li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) qeyrana ceyranê ji ber êrîşên DÎŞIya rêxistina terorê, kêmasiya sotemeniyê û bikaranîna zêde ya ji ber zivistanê, mezin dibe.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin li herêma Kurdistanê her sal demsala zivistanê qeyrana ceyranê çêdibe û di van rojên dawîn de ev qeyran gelekî zêde bûye. Berî niha rojane 15 saet ceyran didan mal û kargehan, niha 8 saetan tenê ceyranê didin.
Bi êrîşên DÎŞIyê rêjeya sotemeniya ku ji Kerkûkê dihat herêma Kurdistanê kêm bû. Ev jî bû sedem ku hilberîna ceyranê kêm bibe. Ji ber ku li herêma Kurdistanê mal û kargeh bi klîma û sobeyên bi ceyran tên germkirin, bikaranîna ceyranê zêde bû û vê yekê jî qeyrana ceyranê xurt kir. Her wiha li hundir û derveyê malan gelek lempe hene û her dem van vekirî dihêlin. Ji bo ku ceyaranê bisexbêrîtir bi kar bînin di xutbeyên înê yên di mizgeftan de hişyariyê didin welatiyan.
Li tax, sîte û kargehên mezin jenaratoran datînin û hewl didin ku kêmasiya ceyranê pêk bînin. Lê ji ber ku ceyrana ku ji jenaretoran tê bidestxistin sobe, klîma û termosîfonan nade xebatê welatî gelekî mexdûr dibin.
- "Ceyrana ku tê bikaranîn du qatê ceyrana ku tê hilberîn e"
Wezîrê Ceyranê yê HKIyê Selahaddîn Babekîr daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku "Bi hatina zivistanê bikaranîna ceyranê zêde bû. Ceyrana ku li Herêma Kurdistanê bi kar anîn du qatî ceyrana ku tê hilberîn e. Ji ber ku sotemenî tune hin santral naxebitin. Di rewşeke wiha de kêmasiya ceyranê zêdetir bû."
Midûrê Navenda Qontrola Ceyranê ya ku girêdayî hikûmeta navendî dixebite, Umîd Ehmed jî bal kişand ku her roj qeyrana ceyranê zêdetir dibe û got "Gelê herêma Kurdistanê ji bo xwegermkirinê bêtir ceyranê bi kar tînin û ji ber bikaranîna zêde heta niha gelek trafo şewitîn û gelek zirara madî çêbû."
Arîkarê Serokê Komîsyona Neftê û Vejenê yê Parlementoya HKIyê Dilşad Şeban jî got ku Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ji bo sanrtralên ceyranê 9 milyon lître sotemenî şand. Şeban destnîşan kir ku pirsgirêk ji kêmasiya sotemeniyê bêtir ji belavkirina sotemeniyê ya li santralan derdikeve holê û da zanîn ku heke çareseriyek neyê dîtin dê welatî bêtir mexdûr bibin.
- Li Parlementoyê rojev pirsgirêka ceyranê ye
Ji aliyê din ve dê Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî Aştî Hewramî û Wezîrê Ceyranê Selahaddîn Babekîr bên parlementoyê û der barê qeyrana ceyranê de agahî bidin Komîsyona Neft û Vejenê.
Di daxuyaniya komîsyonê de hat diyarkirin ku pirsgirêka ceyran, benzîn û vejenê gihişt asteke xirab û hat ragihandin ku dê ji bo çareserkirina pirsgirêkê raporek bê amadekirin.
Li Herêma Kurdistanê li Silêmanî, Hewlêr û Dihokê 3 santralên termîk ên ku qapasiteya wan 3 hezar megavat e û 2 jî santralên hîdroelektrîk hene. Ji bilî van li sê bajaran di santralên biçûk de hilberîna ceyranê tê kirin. HKI digel ceyrana ku bi xwe hildiberîne ji Tirkiye û Îranê jî ceyranê distînin.