Elif Orhan
21 Gulan 2019•Rojanekirin: 22 Gulan 2019
Qeredaxa ku bi referanduma 21ê gulana 2006an bi navê berê ji Sirbistan-Qeredaxê veqetiya îro 13emîn salvegera serxwebûna xwe pîroz dike.
Qeredaxa welatê biçûk ê Balqanan di 13 salên borî da bi taybetî ji bo endamtiya saziyên Ewropa-Atlantîkê serkeftinên girîng bi dest xistin û di rêya endamtiya Yekîtiya Ewropayê (YE) da nêzî dawiya mizakereyên beşdariyê bû û di sala 2017an da jî bû endamê NATOyê.
Qeredax li kêleka Behra Adriyatîkê ye û serjimara wê 620 hezar e û di rêya endamtiya YEyê da jî gavek pêşiya welatên herêmê yên wekî Bosna Hersek, Sirbistan, Albanya, Qosova û Makedonyaya Bakur e.
- Referanduma serxwebûnê
Qeredax piştî ku Komara Federal a Sosyalîst a Yugoslavyayê di salên 1990î da parçe bû pêşiyê di bin banê Komara Federal a Yugoslavyayê paşê jî bi Sirbistanê ra bi navê Sirbistan-Qeredax di bin heman banî da bû û bi referanduma dîrokî ya di 21ê gulana 2006an da serbixwe bû.
Parlementoya Qeredaxê bi pêşniyaza YEyê pêşiyê Qanûna Referandumê qebûl kir. Di referandumê da ji gel pirsa "Gelo hûn dixwazin ku Komara Qeredaxê bibe dewleteke serbixwe ya xwedî bêterefiya hiqûqî ya navneteweyî?" hat pirsîn.
Li gor encamên fermî yên referandumê beşdarî ji sedî 86,5 bû û ji sedî 55,5ê gel xwest ku serbixwe be ji sedî 45,5 jî xwest ku Sirbistan-Qeredax berdewam bike.
Qeredax piştî referandumê bû welatekî serbixwe û roja 21ê gulanê jî wekî "Roja Serxwebûnê" hat qebûlkirin.