17 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 21 Tîrmeh 2016
DOHA
Serokê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misulman Yûsif Qerdawî ji ber sernekeftina teşebusa darbeyê ya li Tirkiyeyê pîrozbahî li Serokomar Recep Tayyip Erdogan kir.
Qerdawî bi vê mebestê nameyek ji Erdogan ra nivîsî û tê da destnîşan kir ku Xwedê, digel ereb, gelê misûlman, mirovên cîhanê yên azad û zanayên ummeta îslamê ye.
Qerdawî di nameyê da piştevaniya xwe anî ziman û wiha got, "Em li dijî batilî li aliyê heqiyê, li dijî zordestiyê li aliyê dadmendiyê, li dijî zordestan li aliyê gel, li dijî celladan li aliyê azadiyê ne. Herwiha em li dijî wan kesên ku bi darê zorê gelê xwe rêve dibin û zordestiyê dikin li aliyê şêwr û demokrasiyê ne."
Qerdawî di nameya xwe da cih da van gotinan:
"Cenabê Serokomar, di rêyekê wiha da biçe ku tu berê mirovan bide rastiyê, wan bîne ser rêya eqlê selîm, xwedî li hejaran derkevî, piştevaniya bindestan bikî, Tirkiyeyekê li gorî vîna xwe û me ava bikî."
Qerdawî nameya xwe bi ayeta "Gelî bawermendan! Teqwaya Xwedê bikin û digel rastgoyan bin" qedand.