ANKARA
Arîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan li televîzyona Haberturkê beşdarî bernameyekê bû û der barê rojevê de daxuyanî da û pirsên der barê rojevê de bersivand.
Akdogan diyar kir ku tiştên li Tirkiyeyê diqewimin bandorê li ser derveyî welêt dikin û tiştên ku li derveyî weltê diqewimin jî bandorê Tirkiyeyê dikin. Akdogan got ku êrîşa terorê ya li Fransayê bandor li hemû cîhanê kir û rojeveke cîhanî qewimî.
- Pêvajoya Çareseriyê
Akdogan li ser pirsekê der barê asta ku pêvajoya çareseriyê gihiştê û bûyerên ku li herêmê diqewimin de jî wiha axivî:
"Bêyî ku hewceyî derve bibin jixwe hin aliyên ku di hundir de vê propagandayê dikin hene. Niha serokê mixalefeta sereke jî wiha ye, ew bêyî ku hêviya kesên li derve bihêle, di mijara xirabkirina welatê xwe de gelekî mahir e. Ango hûn çi bikin bila bikin dîsa li aliyê din kî hebe ew wî digire helwesteke wî ya wiha heye. Ango dema ku Sûriye balafira we dixe we sûcdar dike. Dema hûn wek bertek balafira Sûriyeyê dixin dîsa we sûcdar dike. Ango di her halî de nêrîneke wî ya wisa heyeb ku aliyê din digire û we sûcdar dike. Gelo bi vî awayî siyaset dibe. Kesên ku li televîzyonê temaşe dikin dibînin, dema ku bûyerek diqewime polês wir in, hêzên ewlehiyê wir midaxaleyê dikin. Şîroveyên bi vî awayî yên siyasî yên ku li ser bûyerên diqewimin tên kirin, tu feydeyê nadin yekîtî û bihevrebûna Tirkiyeyê."
Akdogan diyar kir ku ji bo nîzam û ewlehiya kamûyê çi hewce dike hikûmet wê dike û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Dibe ku tespîtan bikin, rexneyan bikin û van biaxivin. Ev tiştekî din e. Rast nîne ku bi awayê 'em mirin, em şewitîn, Tirkiye hat vê astê' berdevkiya felaketê bikin û ev ji bo siyasetê tiştekî rast nîne. Tiştên ku piştî bûyerên Kobanêyê qewimîn, bi rastî jî bûyerên girîng bûn. Li gelek bajaran bûyer qewimîn lê eqlê dewletê û derfetên dewletê wekî her dem ji van jî bi awayekî serkeftî derket. Bûyera li Cizîrê li ba vê bûyereke gelekî biçûk e. Hêz û qudreta dewletê dikare van bide seknandin û van pirsgirêkan çareser bike. Dewlet xwediyê vê hêz û qudretê ye û ji bo vê çi hewce dike tê kirin. Ji bo parastina maf û hiqûqa welatiyên me çi hewce dike dê der barê vê yekê de tu tawîz neyên dayîn."
- Ewlehiya nîzama kamûyê
"Akdogan got ku piştî bûyerên Kobanêyê pêvajoyê hinek zirar dît lê dîsa pêvajo ket rêya xwe û wiha axivî: "Em dibêjin ku ewlehiya nîzama kamûyê di vê pêvajoyê de parametreyeke girîng e. Em hişyariyên bi vî awayî didin HDPyê jî. Em bi gotinên wekî 'Em di vê mijarê de tawîzê nadin, ev nîzama ewlehiyê divê bê bidestxistin' bangî wan dikin. Dibe hinek vê wekî ku em ji wan vê hêvî dikin û rîca dikin fehm bikin, em ji wan vê hêviyê nakin. Helbet dibe ku em di çarçoveya hesasiyetên Pêvajoya Çareseriyê de bi vî awayî bangî HDPyê bikin û li bendê bin ku di vê mijarê de hesasiyetê nîşan bidin û der barê vê yekê de hişyariyan bidin. Lê em li bendê nînin ku ew vê bikin dewlet xwediyê wê hêz û qudretê ye ku wê yekê bike."
Akdogan qal kir ku hemû saziyên sivîl ên civakî yên li herêmê û hemû serkêşên li herêmê parçeyekî pêvajoyê ne û bi wan re di vê rêyê de pêş dikevin û bi piştgiriya civakî pêvajoyê didin berdewamkirin.
Akdogan diyar kir ku sedema piştgiriya civakî Serokomar Recep Tayyîp Erdogan e û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Gelek girîng e ku piştgiriya civakî di asta herî bilind de be. Piştgiriya civakî jî di asta herî bilind de ye û ev jî ji ber jibaweriya ji me ye. Tayyîp Erdogan ev pêvajo da destpêkirin, heke piştgiriya civakî zehf zêde be ev ji ber jêbaweriya ji Erdogan e. Pişt re Serokwezîrê me Davutoglu hemû berpirsyarî girt ser milê xwe û bibiryariyeke gelek cidî nîşan da û ji ber vê yekê ji wî jî bawer kirin û ji ber jêbaweriya wî û jêbaweriya AK Partiyê pêvajo gihişt astekê û em xwediyê pêvajoyê ne."
Akdogan dubare kir ku pêvajoya çareseriyê didin berdewamkirin û got "Ronahiya di dawiya tunelê de wekî ku hîç xuya nekiribe xuya dike, em bi hêvî ne û di nav hewldaneke gelekî ji dil de ne."
Akdogan diyar kir ku berê li herêmê gelek kes dimir û wiha axivî: "Bi dehhezaran mirovên me mirin. Dema ew bûyer diqewimî gelo van kesan digot Tirkiye parçe bû, em mirin, şewitîn. Alternatîfa vê polîtîkayê tê vê wateyê: Bila her sal bi mijareke diyar mirov bimirin, em her sal ev qas milyar dolar pere xerc bikin, em pereyê di berika mirovên xwe de bistînin û razînin wir, em qebûl bikin ku her sal ev qas şehîdê bidin. Em vê pirsgrêkê wiha îdare bikin bila biçe. Ev ne siyaseteke bi exlaq e."
Akdogan wiha axivî: "AK Partiyê nêrîna bêçareserî çareserî ye, hilweşand û bi wî awayî bû îqtidar. Ango di mijara Qibrîsê de, di mijara ermeniyan de, di mijara kurdan de, di terorê de kîjan mijar hebe me rê li ber vê xapandina girt. Di mijara Yekîtiya Ewropayê de jî. Me ev tev xirakirin û têkiliyeke rastîn ango yê ku pisrgirka çareser dike danî."
Akdogan li ser pirseke der heqê pêvajoya çareseriyê da diyar kir ku pêvajo li ser çekdayîna rêxistinê dimeşe.
Akdogan destnîşan kir ku ji bo Tirkiyeyê, biserketina çareseriyê ji terorê xilasbûn e û wiha got: "Lê xêncî vê, têkoşîna me ya siyasî bi kesên wan ên siyasî ra dewam bike."
Akdogan diyar kir ku dixebitin ku li ser her aliyê welêt bi siyasetê hebin û wiha pê da çû:
"Hûn tunin lê diaxivin û dibêjin "Tirkiyeyê ji hev belav dibe". Heke tu neçî wê derê, Tirkiyeyê belav bibe. Em ji bo ku belav nebe diçin wan deran, têkoşînê didin, em wek hikûmet li wir in û ji bo wekheviya welatiyên xwe xizmetê dibin wir û dilê welatiyên xwe dikin. Em bi awayekî berfireh li vê mijarê dinihêrin. Çiqas milyar dolar veberhênan hat kirin. Me bi tevdîrên sos-ekonomik û veberhênanan va hin pirsgirêk çareser kirin. Me bi reformên demokratîk va li dijî nêrînên înkar û aîsîmasyonê têkoşîn da. Bi polîtîkayên ewlekariyê va mudaxeleyî bûyerên terorê kir. Hikûmeta me bi awayekî berfireh li vê mijarê dinihêre û dixebite. Hevalno we çiqas ked da? Niha pirsgirêkek heye, çi tevkariya we di vê da heye? Madem ev mijareke neteweyî ye, we çiqas alîkarî da ji bo çareserkirinê?"
Akdogan destnîşan kir ku heta niha hundirê hemûyan vala derket û wiha got: "Me ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurd gelek gavên girîng avêtin."
Akdogan der barê vê da bi mînakan qala reforman kir û wiha axivî: "Vêca di kîjan mijarê da HDP- DBPyê piştgirî da?
Akdogan der barê biryara HDPyê ku li ser navê xwe beşdarbûna hilbijartinan da diyar kir ku vê biryarê ew ê bi xwe bidin û wiha pê da çû: "Heke bi xwe bawer bin guh nadin barajê, ku bi xwe bawer nebin ew ê bi awayekî din têkevin hilbijartinê. Li ser vê bazarî nayê kirin, em vê qebûl nakin."
Akdogan li ser pirsa "Hûn dibêjin em rojê eşkere nakin lê pêvajo dimeşe? jî wiha axivî: "Pêvajo dimeşe helbet. Ev nayê wê meneyê ku her alî gul û gulistan e. Di pêvajoyên berê da jî hin tişt bibûn. Dibe ku sabotaj bên kirin. Hin bûyerên piçûk û tevlihev dibe ku bibin. Em ê li ser vê bixebitin. Dewlet xwediyê vê quwetê ye."
Akdogan mînakên wek Cizre û Silopiyê da û wiha got: "Li ser vê dewlet diçe û çareser dike. Tiştên wiha zirarê dide piştgiriya civakî. Ji ber vê jî divê tiştên wiha nebin. Tevdîrên me jî ji bo vê ne. Aktorên ku girîngiyê didin pêvajoyê divê ji bo vê hewl bidin. Ev ricaya me nîne. Ji bo ku ev ji bo silametiya pêvajoyê girîng e, dibêjim. Tiştên wiha berê jî bûn. Sabotaj çêbûn, manîpulasyonên hin dewletan çêbûn. Dixwestin bira Tirkiyeyê ji vê pirsgirêkê xilas nebe. Lewra Tirkiye êdî aktorekî herêmî ye. Çareserkirina vê meseleyê hin kesan aciz dike. Çimkî wek amûr diemilandin, ji ber vê jî aciz dibin."
- "Îdiaya ku pêvajoyê di 2006an da dest pê kir"
Li ser pirsa "Tê gotin ku berpirsiyarê PKKyê yê Ewropayê Sabrî Ok di 2006an da hat Tirkiyeyê, li Enqereyê bi MÎTê ra hat bal hev û pêvajoyê dest pê kir?" Akdogan got piştî ku AK Partî hat îqtidarê paradîgmaya înkar, tunekirin û piştguhkririna herêmê guherî, gava yekemîn jî ev bû.
- "Em gavên ku civak qebûl neke navêjin"
Yalçin Akdogan wiha axivî: "Hefteyek berê biryar hat hildan ku wek rêgez der barê hevdîtina da her tişt neyê parvekirin. Heger mijarên ku em li ser diaxivin û li hev nakin, yan jî jî mijarên ku em qet naaxavin bên rojevê, ev dibe sedema tevliheviyê û xeydê û zirarê dide hişmendiya civakî."
- TRT Kurdî
Akdogan der heqê guherandina navê TRT 6ê da jî wiha got: "Em TRT Şeşê telefûz dikin. Lê wir TRT 6 dinivîse. Em wê hejmarê wek şeş (altı) dixwînin, îngiliz wek sîx, kurd jî şeş dixwînin. Li wir TRT Şeş nanivîsîne û em ji rê bêjin TRT Kurdî. TRT Avaz heye, TRT Turk heye, bi vî awayî baştir tê fehmkirin. Bi ya min ev rast e."
news_share_descriptionsubscription_contact
