HEWLÊR
Berdevke Çapemeniyê yê Wezareta Pêşmergeyan Helgûrt Hîkmet got: "Ji ber ku çekên giran jî dê derbasî Kobanêyê bên kirin li ser guzergahê ku pêşmerge derbas bibin guftogo hatin kirin. Lê pêşmerge bi du rêyan yanî him bi rêya hewayê û him jî bi rêya bejayê ve dê derbasî Kobanêyê bibin."
Hîkmet di daxuyaniya ku da AAyê de wiha axivî: "Pêşmergeyên me hemû amadehiyên xwe qedandin. Ji bo çûyînê hin kêmasiyên teknîkî hebûn. Ji niha pê ve ji bo çûyînê hemû plan û bername amadene û di demek kurt de dê derkevin rê."
Hîkmet der heqê çekên ku dê pêşmerge bi xwe re bibin Kobanêyê jî wiha pê de çû: "Çekên ku dê derbasî Kobanêyê bên kirin hemû çekên klasîk in. Di nav wan çekan de, çekên ku welatên koalîsyonê ji herêma Kurdistanê re şandin tunene."
"Pêşmerge dê şer bike"
Hîkmet, îdiayên ku dibêjin pêşmerge li Kobanêyê dê bi tenê piştgiriya lojîstik bide derewand û axaftina xwe wiha domand: "Ew îdiayên ku dibejin pêşmerge dê bi tenê şervanan perwerde bike û piştgiriya lojîstikê bide wan derewin. Pêşmerge li Kobanêyê dê li dijî DÎŞIyê şer bike."
"Tirkiyeyê alîkarî da"
Hîkmet destnîşan kir ku ji bo derbasbûna pêşmergeyan hikûmeta Tirkiyeyê gelek alîkarî daye wan û wiha dewam kir: "Ji bo ku pêşmerge bi awayekî ewlehî û bê pirsgirêk derbasî aliyê Kobanêyê bibin çi ji destê wan tê dikin. Hikûmeta Tirkiyeyê di vê mijarê de alîkariya me kir û barê me sivik kir."
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin hildan ji bo çûyînê heke du rê bên tercîhkirin, çekên giran dê bi rêya bejayê bên şandin. Pêşmerge jî dê ji Hewlêrê bi balafirê bên Şanliûrfayê û ji wê derê jî derbasî Kobanêyê bibin.