FERGUSON/NEW YORK
Polês Darren Wîlsonê ku li Mssouriya Eyaleta Amerîkayê ciwanê reşik ê bi navê Mîchael Brown kuşt, ji wezîfeya xwe îstifa kir.
Neîl Brûntragerê parêzerê Wîlson daxuyand, muwekîlê wî yê ku ji 9ê tebaxê, roja bûyerê û vir ve destûra îdarî bi kar dianî, ji wezîfeya xwe ya Navenda Polêsan ya Fergusonê îstifa kir.
Wîlson jî daxuyanî da rojnameya St. Louîs Post-Dîspatchê û ragihand ku wî bixwe ji wezîfeyê îstifa nekir, li ser gefên ku li wî didan û ji bo heyata polêsên hevalên wî, wî biryara îstifakirinê da.
Ji aliyekî din ve ji ber nedarizandina Darren Wîlson protesto didomin. Xwepêşandêr li ber navenda polêsan ya Fergusonê civiyan û li vê derê yekî ji wan alaya Amerîkayê şewitand.