Dinya

"PKK li Şengalê dibe sedema aloziyê"

Berdevkê Herêma Kurdistana Iraqê Sefîn Dîzayî: "Hin hêzên PKKyê yên li herêmê dibin sedema aloziyê. Şirketên ji Tirkiyeyê bi taybetî di qada binesaziyê ya li Herêma Kurdistanê da karên girîng birin serî."

17.05.2019 - Rojanekırın : 18.05.2019
"PKK li Şengalê dibe sedema aloziyê"

Arbil

Berdevkê Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Sefîn Dîzayî diyar kir PKKya rêxistina terorê ya ku li Şêngala navçeya Mûsilê bi cih bûye dibe sedema aloziyê û divê demildest rêxistin wê derê biterikîne.

Dîzayî der barê PKKya ku li herêmê bi cih bûye, hikûmeta ev 8 meh e nehatiye avakirin û veberhênanên şirketên ji Tirkiyeyê yên li herêmê da daxuyanî da nûçegihanê AAyê.

Di daxuyaniya xwe da Dîzayî got ku PKKyê hebûna DEAŞa rêxistina terorê ji xwe ra kiriye hincet û wiha dewam kir: "Qismek hêzên PKKyê li herêmê dibin sedema aloziyê. Ji serê ser va Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê û hikûmeta navendî ya Iraqê bang kirin ku bila rêxistin ji vê derê derbikeve."

Dîzayî destnîşan kir ku PKK divê teqez ji Şengalê derbikeve û daxwaza wan jî ew e ku îdareya meşrû dest bi kar bike û gelê navçeyê jî rêveberiya navçeyê di nav xwe da kifş bike û bîne ser kar.

- Avakirina kabîneyê

Li Herêma Kurdistana Iraqê di 30yê Îlona sala 2018an da hilbijartina parlementeriyê hat kirin û ji ser wê wextê heta niha 8 meh derbas bû lê digel vî qewlî heta niha hikûmet nehatiye avakirin û Dîzayî vê yekê jî bi bîr xist û got ku îhtimal e hikûmeta koalîsyonê di nav hezîranê da bê damezrandin.

Berdevkê hikûmetê ragihand ku serokatiya rêveberiyê ya di sala 2017an da hatibû rakirin jî wê ji nû va bikeve rewacê û ji bo vê jî pêvajo wê li meclisê bimeşe.

- "Em dixwazin şirketên ji Tirkiyeyê li vê derê kar û bar bikin"

Di berdewamiya axaftina xwe da Dîzayî destnîşan kir ku di demên berê da tevlî şirketên ji Tirkiyeyê gelek projeyên baş kirin rewacê û wiha dewam kir: "Şirketên ji Tirkiyeyê bi taybetî jî di qada binesaziyê ya Hewlêrê da karên gelek baş kirin. Pêwîstiya hemû Iraqê bi projeyên wek fabrîqe, turîzm û çandiniyê heye û em dixwazin ew di vê qadê da veberhênanê bikin. Li vê derê hewcedariya me bi tenê bi avahiyên mezin na bi binesaziyeke aboriyê eleqedar dike va jî heye."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.