20 Adar 2018•Rojanekirin: 20 Adar 2018
ÎDLIB
Efrînî kêfxweş in ku Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad a Sûriyeyê di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê da navenda navçeya Efrînê ji rêxistinên terorê PYD/PKK-DEAŞê paqij kir.
Sivîlên Efrînî li navenda bajêr ku hat xelaskirin, îşareta serkeftinê kirin û pêşwazî li yekîneyên Artêşa Azad kirin û ji nûçegihanê AAyê ra qala tiştên ku hatin serê wan kirin.
Ji sivîlan Ebû Ehmedê ku PYD/PKKê ew mehkûm kir ku ji navçeyê derneyê got ku rêxistina terorê destûr neda ku sivîl ji navçeyê derkevin.
Ebû Ehmed wiha axivî: "PKK mayîn li der û dora me bi cih kir û xwest ku me wek mertalê sivîl bi kar bîne, 3 rojan em tî û birçî hiştin."
Ebû Ehmed diyar kir ku ew wek Sûriyeyiyekî li benda Artêşa Azad bû û wiha dewam kir: "Ne biyanî, em li benda birayên xwe yên Artêşa Azad bûn. PYD/PKK zarokên me nînin, rêxistineke ku dewletên din bi rê va dibe ye."
Ji xelqê Efrînê Ebû Mazen jî got ku ew û malbata xwe wê ji navçeyê biçûna mayîneke ku PYD/PKKê wek defik danîbû teqiya û ew ji milê xwe birîndar bû. Ebû Mazen wiha dewam kir: "Me nizanibû bê ka çi hate serê me. Bi saya Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad em ê êdî eziyet û zirarê nebînin. Em dixwazin ku hûn xwedî li sivîlan derkevin."
Ji şaxên Artêşa Azad fermandarê koma Teyrêbazên Kurd Nebîh Musa Taha diyar kir ku wan navçe ji rêxistina terorê paqij kir, di pêvajoya operasyonê da gelek ji sefên PKKê hatin kuştin.
- Ji fermandarê Artêşa Azad ê Kurd sozê zirara sivîlan wê were dayîn
Taha destnîşan kir, sivîlên ku îdia bikin û bêjin di operasyonê da ziyana wan çêbû, ew wek fermandarê Yekîtiya Teyrêbazên Kurd amade ye ku zirara sivîlan bide û wiha dewam kir: "Mal, wesayît û hebûna kê zirar dîtibe ez amade me ku alîkariyê bikim û tezmînatê bidim."
Taha wiha axivî: "Ez ji birayên xwe yên Kurd ên ku li Efrînê man rica dikim ku bira bang li eqrebayên xwe yên ku têkiliya wan bi rêxistina terorê ra tuneye bikin ku paşve vegerin."