İbrahim Atmaca
26 Sibat 2018•Rojanekirin: 28 Sibat 2018
ÎZMÎR
Şukriye Kahramana ku dema zarok bûye bavê wê destûr nedayê û neçûye dibistanê, seferberiya xwendin û nivîsandinê ji xwe ra kir firsend û di 64 saliya xwe da bû xwendekar.
Kahraman li Bartinê hatiye dinyayê û dema mezin bûye ku here dibistanê, her çend pir xwestibe jî neçûye dibistanê. Malbatê wê bi cotkariyê ra mijûl bûye û ji ber vê jî di zeviyê da daye xebatê. Kahraman ji ber ku neçûye disbistanê di dilê wê da maye û ji bo ku bigihêje vê xeyala xwe di 64 saliya xwe da beşdarî qursê bû. Di çarçoveya seferberiya xwendin û nivîsandinê da ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û jina wî Emîne Erdoganê dabû destpêkirin da, qurs vebûn.
Kahraman li Torbaliya navçeya Îzmirê dijî û daxuyanî da nûçegihanê AAyê, got ku derfetên zarokatiya wê û derfetên niha ne yek in, zarokatiya wê di şert û mercên dijwar da derbas bû.
Kahramanê diyar kir ku bavê wê neçûye dibistanê, ji ber vê ew jî neşandiye dibistanê û wiha dewam kir, "Em diçûne zeviyê, me berhemên çandiniyê diçinî. Wê demê şert û merc dijwar bûn. Mamosta rastî bavê min dihat û jê ra digot 'vê keçikê bişîne bira were dibistanê', bavê min jî digot 'na, wê bixwîne çi bike'. Min pir dixwast lê ez neşandim."

- Emeliyet taloq kir
Şukriye Kahraman piştî zewacê li Îzmirê bi cih bû û 8 zarok û 23 neviyên wê çêbûn. Kahramanê diyar kir, ji ber ku xwendina wê tunebû wê di jiyana xwe ya rojane da zehmetî kişand û wiha dewam kir:
"Ji ber ku xwendin û nivîsandina min tuneye, ez di her tiştî da zehmetiyê dikşînim. Ez diçim nexweşxaneyê, ji bo ku tiştekî bikim ji wan ê wir dipirsim. Ez nizanim tabelayan bixwînim. Ez pîr bûme, ez ê ji çoka xwe emeliyet bûma. Di çoka min da kirêçleme çêbûye. Min ji bo xwendin û nivîsandinê emeliyet taloq kir. Ez pir sewdaliyê xwendinê me. Ez pir dixwazim xwendin û nivîsandinê hîn bibim. Ez ê herfan nas bikim, li cihên ku çûmê lewheyan bixwînim. Me salixê vê qursê ji têlevîzyonê bihîst. Dema ku min bihîst ez pir kêfxweş bûm û min serî lê da. Xwedê kêmasiya Serokomarê me nede. Dema ku min ev qurs bihîs min got 'ez ê herim cem mêrê xwe', mêrê min got 'tê piştî vî emrî ça ji xwendinê bikî'. Dibistan ji piçûktiya min heta niha di dilê min da maye."
Kahramanê diyar kir ku li gor baweriya wê piştî xwendin û nivîsandinê heyata wê wê hêsantir bibe û wiha dewam kir, "Ez ê pêşiyê ji Serokomar ra binvîsim. Ji bo ku tiştekî wiha derxit ez jê ra pir pir spas bikim. Ez ê bêjim 'Ez bi vê pîrbûna xwe va têm destê te'."
Midûrê Perwerdeya Neteweyî yê Îzmirê Omer Yahşî jî got ku li bajêr di 750 navendên qursê da nêzî 5 hezarî kes xwendin û nivîsandinê hîn dibin.