RAMALLAH
Wezîfedarekî Ewlekariya Îsraîlê li Rojavayê Qûdusê gule berda 2 zarokan. Hat diyar kirin ku her du zarok jî li cihê bûyerê can dan.
Midûriyeta Ewlekariya Îsraîlê di daxuyaniya nivîskî de da zanîn ku li kolana Yafaya Rojavayê Qûdusê wezîfedarekî Îsraîlî gule berda 2 zarokên ku yek jê 5 û yê din jî 10 salî bû. Di bûyerê de her du zarokan jî canê xwe ji dest dan, êrîşkar jî hat binçavkirin.
Polêsan diyar kir ev kuştin dibe ku ji ber menfeetên şexsî hatibe kirin.