HEWLÊR
Serokê Komîsyona Vejenê ya Parlementoya herêma Kurdistanê Şêrko Cevdet got ku 500 milyon dolarê ku hikûmeta Iraqê ji herêma Kurdistanê re şand, nîşaneya niyeta baş e.
Cevdet daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "500 milyon dolarê ku hikûmeta Iraqê ji herêma Kurdistanê re şand, nîşaneya niyeta baş e. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan gaveke girîng e. Em li bendê ne ku hevdîtinên herdu aliyan derbasî asteke din bibe."
Cevdet destnîşan kir ku ew vê gavê rojê 350 hezar warîl neft îxrac dikin û wiha pê de çû: "Dema ku em ji 350 hezar warîlî 150 hezar warîl didin hikûmeta Bexdayê, nefta ku em îxrac dikin dadikeve 200 hezar warîl î. Mafê me heye ku em vî 200 hezar warîlî bişînin û bifiroşin."
Cevdet daxuyand ku ew kontrola Şirketa Petrola Neteweyî ya Iraqê (SOMO) qebûl nakin û sewqiya neftê ya ku diçe Lîmana Ceyhanê wê bidome.
Cevdet bal kişand ku ji ber polîtîkayên şaş ên hikûmeta federal a Iraqê, herêma Kurdistanê zirarên mezin ên aborî dîtin û wiha dewam kir:
"Heke ku para budçe û mehaniyan bihesibînin, hikûmeta Iraqê 16 milyar dolar deyndarê herêma Kurdistanê ye. Ji ber ku ev pere neşandin, hemû proje û veberhênanên herêma me sekinîn. Bêkarî zêde bû, her tişt biha bû. Sedema vê qeyranê navbera Hewlêr û Bexdayê ye. Heta ku herdu alî li hev nekin, ev qeyrana aboriyê dê bidome."