05 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2016
ANKARA
Peyka GOKTURK-1 ya ku dê bêyî astengiya erdnîgariyê, pêdiwiya îstixbarata hedefê ya Hêzên Çekdar ên Tirkiyê ji her derê dinyayê bi dîmena bikalîte ya peykê va bicih bîne, ji Guyanaya fransî bo fezayê hat şandin.
Ji bo GOKTURK-1ê li tesîsên Akinci yê Pîşesaziya Hewageriya Tirk û Fezayê (TUSAŞ) bi malovaniya Fermandariya Hêzên Hewayî û Misteşariya Pîşesaziya Parastinê merasimek hat kirin. Serokomar Recep Tayyîp Erdogan beşdarî merasimê bû û şandina peykê bo fezayê kêlî bi kêlî zindî temaşe kir.
GOKTURK-1 wê ji her derê dinyayê bi dîmena bikalîte ya peykê va bicih bîne û bi van taybetiyên xwe di nav peykên kifş û raçavkirinê yên baştirîn de cih bigire.
Peyka GOKTURK-1 wê tevî peyka GOKTURK-2yê li fezayê hêza Tirkiyeyê xurttir bike.
Peyka GOKTURK-1 wê ji aliyê Fermandariya Tabûr Ûydû Keşîfê ya di bin banê Fermandariya Hêzên Hewayê de hatiye avakirin ve were kontrolkirin.