Pisporên eskerî yên ku ji welatên koalîsyonê ne 375 pêşmergeyên ku di Kampa Eskerî ya Binaslavayê de ne perwerde dikin.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di serî de ji Îngililistan, Îtalya, Danîmarka, Norveç û Hollandayê pisporên eskerî ji bo perwerdekirina pêşmergeyan hatin Hewlêrê. Di nav pisporên ku ji Almanya û Îtalyayê hatin de serbazên jin jî hene.
Beşa ewil a perwerdekirina pêşmergeyan ji ber ku bi awayekî serkeftî bi dawî bû merasim hat kirin û Wezîrê Pêşmergeyan Mistefa Seyîd Qadîr jî li vê derê axivî.
Berpirsyarên eskerî yên biyanî jî di dema merasimê de amade bûn û Qadîr di axaftina xwe de ragihand ku perwerdehiya ji hêla pisporên eskerî ve tê dayîn bo pêşmergeyan pir girîng e û wiha pê de çû: "DÎŞI rêxistineke hov e û ji bo ku qira wê bê koalîsyoneke navneteweyî hat avakirin. Pêşmergeyên me heta niha li dijî DÎŞIyê serfiraziyên mezin bidestxistin. Em wek wezaretê ji bo serkeftina eskerên xwe kêmasiyên ku hene divê ji holê rabikin û bixebitin. Ji bo vê çi ji destê me tê em ê bikin."
Alîkarê Serokê Sererkaniyê yê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Qehreman Kemal Omer jî destnîşan kir ku pisporên eskerî li hemû eniyên ku pêşmerge lê ne geriyan û niha li gor wan pêşmergeyan perwerde dikin. Omer got ku têkoşîna di kuçeyan de jî di nav de pêşmerge di her qadê de tê perwerdekirin.
Berpirsyarê Hêzên Leşkerî yên Koalîsyonê Orbest Shnaîder jî axivî û ragihand ji ber perwerdehiyê didin pêşmergeyên qehreman pir kêfxweş in û wiha dewam kir: "Em ji bo agahî û tecrubeyên xwe hînî pêşmergeyan jî bikin hewl didin. Ji wan re qala hemû teqtîkên şer dikin. Em wisa hêvî dikin ku ew agahiyên tên parvekirin di parastina welat û xelkê de bi kêrî pêşmergeyan bê."
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên pêşmergeyan hat hildan pisporên eskerî yên ji welatên koalîsyonê ji bilî Hewlêrê li Dûhokê jî 300 pêşmergeyî perwerde dikin.
Di perwerdehiya pêşmergeyan de bikaranîna çekên giran, taktîkên şer û gelek tiştên din ji nû ve tên hînkirin.