ŞANLIURFA
Li Tel Abyada Hesekeyê ji ber bombebarana hêzên koalîsyona di serkêşiya DYAyê da û şerê li herêmê, xelkê Sûriyeyê koçî Tirkiyeyê dikin.
Sûriyeyiyên ku ji ber şerê li Tel Abyada Hesekeya Sûriyeyê direvin û xwe dispêrin Tirkiyeyê, sipasiya Tirkiyeyê dikin.
Di 3 hefteyên dawîn da hejmara penaberên ku xwe sipartin Tirkiyeyê ji 20 hezarî derbas bû.
Piraniya penaberên ku ji texma Deriyê Gumrukê yê Akçakaleyê derbasî Tirkiyeyê dibin li cem xizmên xwe tên bicîkirin.
Elî Hesenê ji Tel Abyadê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Ji ber ku PYD nêzî herêmê bû, em ji malê xwe derketin. Em sipasiya Tirkiyeyê dikin ku xwedî li me derketin."
Esad Mihemedê ji Iraqê jî destnîşan kir ku ji ber êrîşên DAEŞê revîn Sûriyeyê û ji wir jî derbasî Tirkiyeyê bûn û wiha got: "Em êdî ji êrîşên DAEŞê bêzar in. Ewlehiya zarokan nemaye. Ji bo xwe xilas bikin, tevî malbat û xizmên xwe em hatin Sûriyeyê û peyra Jî derbasî Tirkiyeyê bûn."
Xelîl Evdila jî destnîşan kir ku divê misilman bi hev ra hereket bikin û wiha dewam kir: "Li Sûriyeyê azadî, nan û hizûr tuneye. Tirkiye xwedî li me derket. Xwedê ji Tirkiyeyê razî be. Ji ber şerê di navbera DAEŞ û YPGyê da û bombebarana hêzên koalîsyonê em revîn Tirkiyeyê."