HEWLÊR
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di qeyrana serokatiya herêmê da helwesta 4 partiyên siyasî ya di 23yê hezîranê da wekî "helwesta derbeyê" bi nav kir.
PDK ji bo helwesta xwe ya ji bo serokatiya herêmê eşkere bike li Selahedîna navçeya Hewlêrê bi awayekî awarte civiya. Civîn di serokatiya Serokê PDKyê Mesûd Barzanî da çêbû û 4 saet ajot.
Piştî civînê di malpera PDKyê da daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goranê, Partiya Yekîtiya Îslamî (Yekgirtû) û Partiya Civaka Îslamî (Komele) di 23yê hezîranê da pêşnûmaya zagonê ya serokatiyê ya pêşkêşî parlementoyê kirin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku ev hewldan derbe ye û wiha hat gotin: "Herêma Kurdistanê di nav qeyrana ewlehî û aboriyê da ye, digel vê barê penaberan li ser pişta herêmê ye, di vê pêvajoya hesas da hin derdor li Parlementoya Kurdistanê li dijî PDKyê ketin nav hewldana derbeyê. Li gor me ev li dijî yekîtî û hevgirtina gelê kurd e. Ev biryareke yekalî ye û li dijî şexsê Serokê Kurdistanê ye. Ji ber vê jî em ê bi hemû hêza xwe li dijî vê helwestê bin û em hêvî dikin ku di demeke kurt da ji vê xeletiya xwe dev berdin."
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku ji bo çareserkirina qeyrana serokatiyê hê firsend heye û wiha hat gotin: "Projeyên ku bi destê şexs û partiyan hatine dayîn divê cardin bên nirxandin. Ji ber vê jî PDK ji bo rastkirina şaşiyan û çareserkirina meseleyê ji bo diyalogê hazir e."
Di daxuyaniyê da hat îdiakirin ku ji berpirsiyarê vê xeletiyê yek jî Serokê Parlementoya Kurdistanê Yûsiv Mihemed e ku wek berpirsiyar tevnegeriyaye.